YJŞ: Xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye
YJŞ’ê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê pîroz kir û diyar kir ku Xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye.
YJŞ’ê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê pîroz kir û diyar kir ku Xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye.
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyek nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye.
YJŞ’ê di destpêka daxuyaniyê de şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bibîr anî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got: “8’ê Adara sala 2021’an weke dema em têde derbas dibin sedsalên qederê sembolize û diyar dike. Em hemû hevalên xwe ê şehîd ên di van rojên şerê azadiyê yê nû em gihîştinê de ku li kêleka me meşiyane û rê nîşanê me dane bi hemû hezkirinên xwe bibîrtînîn û bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Em spasiyên xwe pêşkêşî Rêber Apo û milîtanên wî ku zanista 8’ê Adarê di kesayeta me de afirandiye û di heman demî de em gerilayên YJA-STAR ku li çiyê têkoşîn dikin, jinên li Rojavayê Kurdistanê ku asta hêz û têkoşeriya jinê li ser bingehê YPJ’ê nîşanî tevayî cihanê daye, têkoşerên zîndanan û tevahiya jinên ku li her qadê cîhanê têkoşîn didin meşandin slav dikin.”
YJŞ’ê diyar kir ku hêzên desthilat şewbê ji bo xwe weke fersend dibînin ku jinê di mal de girtî bihêlin û got: “Pergala hişmendiya qirker, dagirker û hevkar, çînî, zayendî û netewperest ji bo pêşîgirtina îdeaya sedsala 21’emin ku dibe îdeaya azadiyê hewl dide rê veke û vê bigehîne armancê. Gel, bi xistina nava hemû gengeşiyê di serî de fikre azadiya jin tesfiye û înkara wê ferz dike. Dixwazin bi navê nexweşiyên weke pandemî û Covîd 19 ku ji aliyê moderniteya kapîtalîst ve hate afirandin jinan di malê de girtî bihêlin. Di van her du salên dawiyê de bi navê nexweşiyan, jinên ku dixwestin di malan de girtî bihêlin, destkeftiyên ku bi têkoşîna xwe bi dest xistine ji dest bigirin; ji ser bedena jinê maf dîtinê hetanî tevlîbûyîna hilberînê û sûcên îstîsmara zayendî ya ku zêde dibe em vê fam dikin.”
YJŞ’ê bal kişand li ser pêngava ‘Bi dawî anîna qirkirina jinê, dema parastina civak û jina azad e û wiha domand, “Pêngava ‘bi dawî anîna qirkirina jinê, dema parastina civak û jina azade’ pêwîstiya herî bingehîn a jina ku hebûna xwe parastine û xwe parastinê dike armanc e. Her wûha armanca herî mezin a rastiya pergala zilamsalarî ji bo were derbaskirin dike armanc. Aktif beşdarbûna jînê ya çalakiyên ji nûde afirandina azadî û wekheviya netewekê, ji serkeftina wê netewê ye. Di rastiya jina Kurd û Êzidî de ev yek şênber bû.”
‘XETA KU CIVAKÊ AZAD BIKE XETA AZADÎ Û RÊXISTINBÛNA JINÊ YE’
YJŞ’ê di dewama daxuyaniya xwe da zanîn ku xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye û got, “Em şervan û komîteya arteşa jinên Êzidî YJŞ, bi temaşe kirina jinê di zanista afirandina çareseriyê ya ji pirsgirêkên zayendî heta pirsgirêkên netewî, polîtîk, aborî, civakî û çandî de ne. Her wiha di zanista xeta têkoşîna jinê ya nava civakê de pêşxistinê tîne. Em soza mezinkirina vê yekê didin. Xeta ku civakê azad bike xeta azadî û rêxistinbûyîna jinê ye. Ya ku civaka Êzidî ji azad bike têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên ku li derdorê YJŞ’ê xwe birêxistin dikin û jinên di nava YJŞ’ê de cîh digrine. Di heman demî de têkoşîna bi pêşengiya gêrîlayên YJA-STAR’ê ya li Heftanînê asta têkoşîna jinê carekedin şênber kir. Me cardin di şexsê şehîdên Garê de dît ku bi têkoşîna li hemberî hişmendiya zilamsalarî, qirker û desthilatdariyê çawa bi erdê ve kir yek û hate hilweşandin. Dema me weke jinên Êzidî li hemberî îxanet û hevkarê herêmî liberxwe dida me şervanên YPJ’ê ji bo xwe mînak girt. Ger ku her çiqasî dîroka me ya têkoşînê weke fermana 3’ê Tebaxa 2014’an pêşketibe jî em di ferqa kûraniya zanista wê têkoşînê de ne. Em soza xwe ya tolhildana hemû fermana bi wesileya 8’ê Adarê dûbare dikin. Weke jinên Êzidî li hemberî bi dehan fermana me dest ji çand û baweriya xwe bernedaye û bila dijminê me jî baş bizanibe ev êrîş ji bo me tûne bûnê na, berovajiya wê israra hebûn, kûraniya zanista dîrokê û rêxistinbûyînekê bi wate tîne.”
Berdewamiya daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:
“Me jinên Êzidî bi nebûnê û bi hejmarê kêm dest bi têkoşînê kir. Pergala zilamsalarî ya qirker û dewletî bi navê DAİŞ’ê ku xwestin tevahî qadên me yê jiyanê tûne bikin, ji me bi hezaran kirin kole, di bazarên mirovan de xistin bazarê; cardin ji me bi hezaran qetilkirin û bi deh hezaran ji xaka xwe dûr kirin. Em birînên xwe yê kur hem jî pir kur ku dermankirina wan berdewam dike û me ferq kir ku pirsgireka zayendî ya cîhanê jî weke hebûn tûnebûnê, kole yan ji azadiyê de di navbera dû xalên balkêş de jiyana xwe berdewam dike, em jî dibin ferdek ê wê netewa jinê. Em jinên YJŞ; Li hemberî tecewûz û qirkirina jinê ya ku dibe polîtîkayek ya pergala desthilatdarî ya şêwazê kapîtalîstê çî ji bi rantçiya şer divê em dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin û dengê tevahî jinan ê heyî em bikin yek.
Ji bo kûştina bi navê namusê ya paşverû û her cûre kuştina jinê em ê bêjîn êdî wê bisekine.
Ji bo gel û jinên Şengalê heta afirandin û parastina jiyanek azad wê têkoşîna me bidome. Ev ji armancên me yê sereke ye. Cardin heta yek ji hemwelatiyê me ku ji walatê xwe hate dûrxistin û kirine kole ma be, her wûha heta ku hêviyên jiyanek azad û wek hev em bi jiyanî nekin wê şerê me berdewam bike.
Li ser vî esasî ji Şengalê ketina rê ji bo jinên Kurd-Ereb û avakirina bingehê jiyanek azad a gelên Iraqê em ê têbikoşin.
Di aliyê têkoşîna azadiya jinê de êdî xala herî girîng û stratejîk perwerdekirina jinê, vegerandina cewherê wê, li hemberî pergalê parastin, li hemberî pergalê bertek girtin û berfirehkirina zanista parastinê ye û ev tevnê parastinê yê ku hatine berfirehkirin divê em kordîne û têkiliya wan pêkbînîn. Hêza jinê ya parastina cewherî ku bi sedsalane nehatiye birêxistinkirin divê bi hêrsa wê em tevnê parastina cewherî avabikin. Ji bo azadiya me jina parastina cewherî xistina nava hemû hûcreyên civakê û berfirehkirin di girîngiya jiyanê de ye. Em YJŞ bi îdeane û me seknekê bi hêz daniye holê ku em ê vê sekna xwe berdewam jî bikin. Jin û gelên Şengalê êdî ji YJŞ’ê bawerî û hêz digre. Dema ku jin li hember pergala desthilatdarî ya zilamsalarî têkoşîn dikin divê ji xwe bawerbin û divê jinên gelê Şengalê baş bizanibin ku li kîjan aliyê cîhanê dibe bila bibe YJŞ wê tûcarî wan bi tenê nehêle.
Bi feraseta Rêber Apo ya ‘Jina şer dike xweşik dibe, jina xweşik dibe tê heskirin’ ji bo me diyar kir û em ji gêrilayên YJA STAR’ê fêrî xweşikbûn û azadiya jinê bûn. Jinên ku di kozikan de her wextê şerê azadkirina axa xwe didin meşandin û şervanên jiyana azad ê ku di têkoşîna Garê de û gêrilayên YJA STAR’ê yê ku me ji bona xwe mînak girtine em 8’ê Adarê li wan pîroz dikin. Di van rojên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tên pîroz kirin de, em di şexsê Rêber Apo de ku ev çanda têkoşîn, azadî û zanista jinê me jê girtiye û tevahiya jinên cîhanê yê têkoşer pîroz dikin.”