Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi konvoyekê li navenda bajarê Şengalê geriyan.
Piştre jî berê xwe dan gundê Koço ku di dema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de komkujiyeke mezin lê hatibû kirin.
Şervanên YJŞ'ê bi destegulekê ketin nava goristanê û merasîmek lidar xistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, ji fermandarên YJŞ'ê Axîn Întiqam axivî.
Axîn Întiqam di destpêka axaftina xwe de got, "Em îro weke YJŞ'ê di vê roja serhildanê û pîroz de em hatine cihê birînên xwe yên ku qalik negirtine. Di vê rojê de hem xemgîniyeke mezin hem jî bi hêrsa tolhildanê, hêrsa tolhildana van şehîdan em hatin Şehîdgeha Koçoyê."
Axîn Întiqam qala dîroka 8'ê Adarê kir, ku bi sedan jin li febrîqeyan hatin şewitandin û di encama berxwedana jinan de rojeke wiha hate ragihandin û got, "Weke jinên Êzidî dîrokeke me jî mîna 8'ê Adarê heye. Roja 3'ê Tebaxê ku çawa li Koço û bi dehan gundên mîna Koço, li Sîba, Tilizêr û bi sedan gundên weke wê komkujî pêk anî, jin revandin, ji qetil kirin, di roja îro de jî jin xwe bi rêxistin dikin. Jina xwe afirandine, jin xwedî têkoşîneke bilind in. Jin xwedî hêzeke herî mezin e."
Axîn Întiqam anî ziman ku dewletên dagirker çawa ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi destê DAÎŞ'ê hewl dan civaka Êzidî tine bikin, di vê demê de jî bi pîlanan hesabê komkujiyan li ser vê civakê dikin.
Axîn Întiqam destnîşan kir ku êrişên heyî wê bi hêrsa jinê têk biçin û wiha dewam kir, "Cihên ku komkujî pêk hatine, cihê hesabpirsîna van lehengan e. Ev roj ji bo me aliyekî xwe yê xemgînî ye, aliyekî xwe jî bi hêrsa serîrakirinê ye. Bi taybetî em ji raya giştî re vê dibêjin: Pîlanên ku niha li ser Şengalê tên kirin esas ev in, planên dagirkeriyê ye, dubarekirina 8'ê Adarê, dubarekirina 3'ê Tebaxê ye."
Axîn Întiqam destnîşan kir ku ew bi vê sekna xwe bersivê didin gef û êrişên hêzên komploger û dagirker.
Axîn Întiqam diyar kir ku yên jinên Êzidî gihandin vê rojê, vê astê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û got, "Yê ku jin bi rêxistin kir, jin kom kir û kir xwedî îrade, xwedî hêz Rêber Apo ye. Em vê roja pîroz bi taybetî li dîlgirtiyên azadiyê, di şexsê Rêbertî li hezaran jinên ku niha li zindana dîlgirtî ne, li jinên di destê dagirkeriyê de ne û li sûkan tên firotin, li yên ku di greva birçîbûnê de ne yên ji bo bigihêjin xeyalên azadiyê, li van hevalan pîroz dikin. Li lehengên di çeperên pêş de li dijî dagirkeriyê şer dikin, em li wan pîroz dikin."
Ji fermandarên YJŞ'ê Axîn Întiqam destnîşan kir ku li dijî her cûre êrişên gengaz ên li dijî civaka wan ew amade ne bersivê bidin, li ber xwe bidin.
Şervanên YJŞ'ê piştî merasîma leşkerî kulîlk danîn ser gorên şehîdên Koço û bi konvoyekê li biryargehên xwe vegeriyan.