Li dijî komkujiya taxa Şêx Meqsûda Helebê nerazîbûn zêde dibin. Rêxistina Jinan Yekîtiya Star ya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û bang li her kesî kir da ku li dijî êrîşên li hemberî Kurdên Helebê bibe xwedî helwest.
Kordînasyona Yekîtiya Star derbarê êrîşên li dijî Kurdên Helebê de daxuyaniyek da raya giştî û ji bang li her kesî kir ku li hemberî van êrîşên rejîmê û komên çekdar ên li dijî taxên Kurdan bibin xwedî helwest.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser planên li dijî Kurdê Rojava û tê gotin, armanc ji êrîşan têkbirina vîna azad ya gelê Kurd e.
Kordînasyonê komkujiya li taxa Şêx Meqsûd bi zimanekî tûnd şermezar kir û daxuyaniya xwe weha berdewam kir:
"Hêzên rêjîma Sûrî û komên çekdar ên xwe li aramiya taxên Kurdan yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ranagirin, bi êrîşên hovane hewil didin vîna gelê me têk bibin. Bi taybet demên dawî piştî ku herdû taxên Kurdan li Helebê bûn stargeha bi hezaran kesên koçber, êrîşên rêjîmê û komên çekdar jî zêde bûn.”
Yekitiya Starê got: “Bi van êrîşan dixwazin gelê me çavtirsandî bikin û cih û warên xwe vala bikin. pêwiste were zanîn ku li hemberî van êrîşan wê berxwedana gelê Kurd jî berdewam bike."
Kordînasyona Yekîtiya Star bi bîr xist ku ji ber şerê ku ev serê sal û nîvekê berdewam dike, ji her kesî bêtir zarok û jinan dibin qurban û got ku heta niha bi hezaran mirovên sivîl û bê guneh hatine kuştin.