Yekîtiya Star: Bi rihê 8’ê Adarê tevlî çalakiyên 12’ê Adarê bibin

Yekîtiya Star: Bi rihê 8’ê Adarê tevlî çalakiyên 12’ê Adarê bibin

Koordînasyona Yekîtiya Star destnîşan kir ku, pîrozbahiyên 8’ê Adarê bi rihê serhildana 12’ê Adara 2004’an hatine lidarxistin û têkoşîn û xebata jinan silav kir. Yekîtiya Star her wiha qurbaniyên komkujiya 12’ê Adarê bibîr anîn û banga tevlîbûna çalakiyên bîranînê li hemû jinan kir.

Tevgera jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star têkildarî pîrozbahiyên 8’ê Adarê, tevlîbûna jinan û salvegera xebatkara Yekîtiya Star Gulê Selmo ku di 10’ê Adara sala 2012’an de li Taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê di encama êrîşa nokerên rejîmê de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

'GULÊ SELMO JINEK TEKOŞER BÛ'

Di daxuyaniyê de biboneya salvegera Endama Meclîsa Yekîtiya Star Gulê Selmo û qurbaniyên komkujiya 12’ê Adarê hemû şehîdên 12’ê Adarê û Sûriyeyê hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Gulê Selmo jinek têkoşer a azadiyê bû, 15 salan di nava têkoşîna parastina mafên jinan û gelê Kurd de cihê xwe girtiye û cihê xwe di nava dilê gelê Kurd kiriye.

'BI RIHÊ 8'Ê ADARÊ TEVLÎ ÇALAKIYÊN 12'Ê ADARÊ BIBIN'

Di daxuyaniyê de li ser girîngiya meha Adarê hate rawestin û ev tişt hatin gotin: “Her sala diçe cejnek nû û rojên dîrokî li meha Adarê zêde dibin. Em dikevin 10’emîn salvegera serhildana ku çirûska wê li bajarê Qamişlo pê ket û li bajarên din belav bû. Bi vê boneyê em serhildana gelê xwe silav dikin. Her wiha em helwesta yekîtiyê jî ku di demên teng de tê nîşandan jî silav dikin. Pirsgirêka man û nemanê hebû. Lewre gelê me bi hestên welatparêziyê daket kolanan û li hemberî siyaseta înkarê hebûna xwe nîşan da. Em bi vê munasebetê bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiyên 12’ê Adarê bibin û li hemberî sîstema şovenîst deng û rengê xwe nîşan bidin.”

Di daxuyaniyê de li ser pîrozbahiyên 8’ê Adarê de jî hate rawestîn û wiha hat domandin: “Berî 2 rojan me rihê serhildana 12’ê Adarê di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de dîtin. Hemû jin tevlî çalakiyan bûn û daketin kolanan. Lewre em têkoşîn û xebata her jinekê ku tevlî amadekarî û çalakiyên 8’ê Adarê bûne silav dikin.  Em nîşan dide ku jin ji qaliban derketine gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe.”