Yaşar Guler êrîşên ku tevî agirbestê jî dewam dikin, parast

Yaşar Guler têkildarî pêvajoyê daxuyanî da. Guler êrîşên artêşa Tirk ên ku tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî dewam dikin, ji nedîtî ve hat û ev tişt dubare kir: “Divê çekên xwe radest bikin.”

WEZÎRÊ PARASTINÊ YAŞAR GULER

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler beşdarî merasîmeke li Enqereyê bû û têkildarî pêvajoyê daxuyanî da. Yaşar Guler ji bo banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ got, “Hêja ye.” Yaşar êrîşên dewleta Tirk ên tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî dewam dikin, ji nedîtî ve hat û têkildarî biryara agirbestê ya PKK’ê gotina jiberkirî dubare kir: “Divê bê şert û merc çekan berdin.”

HEM ÊRÎŞ, HEM JÎ ‘XWIŞK-BIRATÎ’

Guler li aliyekê sînyalên ew ê şer bidomînin da û li aliyê din jî ev îdîa kir: “Ji bo xurtkirina xwişk-biratî û yekîtiya me, em ê hewl bidin. Di sedsala duyemîn a Komara me de em Tirkiyeya hîn xurttir bi hev re ava bikin.”