'Xweparastin ji bo jinan beriya her tiştî ye'

Ji fermandarên YPJ'ê Arzî Hesen diyar kir ku xweparastin hem ji bo jinê hem jî ji bo civakê beriya her tiştî ye û destnîşan kir ku divê ew derfetên xwe hemûyî di halê hazir de ji bo parastinê bi kar bînin.

Ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Arzî Hesen beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyam da.

Arzî Hesen 8'ê Adarê li jinên kedkar, berxwedêr, li jinan hemûyan pîroz kir û got, "Ya rast ew e ku 8'ê Adarê ne tenê weke rojek bê pîrozkirin yan jî bîranînekê were nirxandin, divê her roj ji bo bidestxistina mafên jinan kar bê kirin."

Fermandar Arzî Hesen ev nirxandin kir:

'SAL BI GIRANÎ JI BO ME BI KARÊ AMADEKARIYÊ DERBAS BÛ'

"Di nava sala derbasbûyî de wek ku hûn hemû jî zanin em di nava şerekî giran de derbas bûn. Hem şerê Serêkaniyê û hem jî şerê Girê Spî qewimîn, ku ev şer jib er êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê rû da. Saleke dagirtî bû ku di vî şerî de asta tevlîbûna şervanên YPJ’ê di asta herî jor de bû. Di vî şerî de gelek hevalên me yên pir binirx, yên xwedî rol di nava YPJ’ê de şehîd bûn. Em wana jî teva bi bîr tînin. Xebatên me yên di nava vê salê de ku hatiye meşandin piranî amadekarî bûn. Ji ber ku em di rewşekê de ne, YPJ'ê li Rojava û li tevahiya vê herêmê berxwedaniyeke berfireh kir, ku di nava çend salan derbasbûyî de beramberî êrîşên DAIŞ’ê ku tevahî cîhanê şopand, bedelên pir mezin hatin dayîn, ji bo ku em karîbin wan êrîşan bişkînin û jinan rêxistin bikin ta ku jin bigihên wê baweriyê ku pişta me heye. Yanî em bi tena xwe nînin, parastina me heye, jinên ku destek bidin me hene, jinên ku bi me re bibin alîkar hene, jinên ku di rewşekê de me biparêzin hene. Ji bo ku em karibin vê rastiyê li nava hemû jinan bidin avakirin, têkoşîneke pir berfireh hate kirin û her wiha li beramberî wan kesên ku dixwestin vê têkoşînê vala derxînin mîna dewleta Tirk ya ku hewl dide vê dîrokê berovajî bike wek ku neqewimiye yan jî wek ku YPJ’ê ne hêzeke parastinê ye û 'hêzeke terorîste', heman têkoşîn hat kirin. Dewleta Tirk di nava xebatekî wisa de ye ku li pêşiya YPJ’ê bibe asteng ji bo ku cîhan li wê berxwedan û têkoşînê xwedî dernekeve. Ji ber ku em vê rastiyê baş dizanin pêwistiya me hebû di nava vê salê de ku em di her astekî de xwe hazir bikin,  ji ber ku em dizanin wê ev êrîş dewam bike. Di serî de dewletên statîkoparêz hene vê rastiyê qebûl nakin, gelekî bindest, gelekî hemû mafên wî ji destê wî hatibe girtin, heqê wî hatibe înkarkirin, îro were xalekê ku cîhan destek bidê û cîhan pê bandor bibe. Hestyariya cîhanê hemî qezenc bike. Ev bi xwe re ne ji bo jin tenê, lê ji bo tevahiya gelê me jî qezencekê tîne.

Bandora ku YPJ’ê lî cîhanê kirî û desteka ku YPJ’ê ji cîhanê werdigire, ew dibe qezencek ji bo gelê me û ji bo proja me ya neteweya demokratîk jî. Dewleta Tirk di ferqa vê de ye û ji bo ku karibe vê hestiyariyê, vê destekê û vê baldariyê ji holê rake û beralî bike û nehêle ku doza gelê Kurd bibe dozekî cîhanî û cîhan destek bidê, argûmana her hêzekî ku di vê têkoşînê de rol dilîze ji holê rake yan jî teşîr bike yan jî dîroka wê înkar bike yan jî bi rengekî bandora wê bişkîne. Ji ber ku em vê rastiyê zanin di nava salê de pêwîst bû ku me xwe li gorî vê yekê hemû hêza xwe amadekiriba. Yanî YPJ’ê hem di asta perwerdeya leşkerî de û hem di asta perwerda fikrî de, vê rastiyê hemî bi hêzên xwe da fêmkirin û gihiştine vê têgihiştinê ku ev şer xelas nebûye, raste ku DAIŞ heta astekî bandora wê ya mezin şikest, lê li ser erdê hîn jî şaneyên wê heye û hîn jî êrîşên wê hene. Li kêleka şaneyên DAIŞ’ê tişta ku anha di rojavê de tên kirin em hemî bi DAIŞ re girê nadin . Hewldanên dewleta Tirk hene. Şaneyên ku dide çêkirin hene, bi destê wana xerabûnê ku li vê derê dide meşandin hene. Vê xeteriyê wisa beramberî me wek jin, gel û wek proja neteweya demokratîk jî heye. Ji ber vê yekê pêwist e ku em bi hemû hevalên xwe yên jin ên endamên YPJ'ê re bi berfireh vê mijarê nîqaş bikin ku em xwe nexapînin yanî em nekevin vê rehetiyê û vê rehavetê de ku şer xilas bû. Ji ber ku vê carê em ê beramberî şerekî hîn meztir bên, me di nava  vê salê de pir giranî dan ji perwerdeya re. Çi di asta biranşên perwerdeyên leşkerî û birdozî de bin. Ew di hemî akademiyên me de yên ku derdora deh duwazde akademiya ne li ser vî karî dixebitîn ji bo ku em bikaribin hêzê amade bikin.

NIVÎSANDINA DÎROKA YPJ'Ê

Dîsa şerê ku li hemberî DAIŞ’ê û şerê ku li beramberî dewlata Tirk hinek karektera wê tê guhertin, rastiya wî şerî tê guherandin. DAIŞ ewqas teknîka wî ne bû. Teknîka ku di destê wî de me dikarî pêşî lê bigirta, lê teknîka dewleta Tirk hinekî cûdatir e. Li gorî wê teknîkê ji nûve taktikên wê yên şer careke din amadekariyên xwe yên şer berçav derbaskirin çi di bin erd û çi li ser erd pêwîst e. Veşartî tevgerandin yanî bi rengekî veşartî şer were meşandin. Ji bo wê jî amadekariyek pir cidî pêwîst e. Ev jî %80 mijûlbûn û xebatê me li ser vê yekê dihata kirin. Li milê din xebatên ku tê meşandin di milê belgekirina dîroka YPJ’ê bû. Ew di rêya pirtûkan de bû, mînak em bêjin jiyan û bîranînên hevalên me yên şehîd bûn, yan jî hevalên me yên di nav YPJ’ê de bûn, ew dîroka şerê ku di her bajarekî de tê meşandin bajar bi bajar. Em karibin vî bizîvirînin wek berhemekî ku YPJ’ê dîroka wê were nivîsandin. Niha xebatekî me li ser vê tê çêkirin û ew jî ber bi dawî bûnê ve diçe ku were sererastkirin wê bê belavkirin. Ew jî girîng bû ji bo me. Ji bo ku em karibin wergerî zimanên din bikin û em karibin li her derê belav bikin. Ji ber rewşa şer tu derfetên me yên ku em karîbin li ser wî karî bisekinin nebûn. Lê di nava vê salê de me giranî da vê xebatê. Dîsa pir pirtûkên ku rastiya şerê me, rastiya jinan di nava şer de li ser wan xebat hate meşandin. Di warê ragihandinê de xebatên me yên bernameyên ku bikaribin rojane dîroka vî şerî û hevalên şehîd zindî bihêle, her tim di nav xwe de hîs bikin û yek heval jî ji bîr nekirin, berdewame.

METIRSIYA LI KAMPA HOLÊ

Li milekî din jinên DAIŞ’î yên ku li kampa hebûn. Bi taybetî ew ê ku li kampa Holê. Ew beşekî me yê ku em taybet li ser disekinin. Ji ber ku raste ew hatin komkirin û li kampa hatin bicihkirin. Lê belê xeteriyeke mezin di wir de jî heye. Heta niha rojane jin û zilam li wan kampan tên kuştin û ev yek nîşan dide ku di kampa Holê de DAIŞ careke din xwe bi rêxistin û xurtir dike, cebilxane derbasî hindirê kampa dike. Îhtîmalek heye ku ew bighêje xalekê. Eger xwe pir bi hêz bibe wê careke din bizîvire û bibe xeteriyeke mezin. Ji bo ku em bikaribin rê li pêşiya vê yekê bigrin hem di asta navneteweyî de gerek em bikin rojev, hem jî reveberiya xweser di milê xwe de û hem jî hêzên me yên leşkerî di hevdîtinan de, di rêya ragihandinê de di her warî de me xwest em bikin rojev ku hîna ew xeterî heye û xilas nebûye. Li gorî ku daneyên derdikeve holê ku DAIŞ xwe di hinek cihan de careke din kom dike. Ew bajarê ku xwe careke din lê rêxistin dike, kampa Holê ye. Taybetî jinên ku li wê derê dimînin. Ji bo ku em di wan jinan de guhertinan çêbikin, wek mirovan ji hemû civakê re bigrin dest, yan jî bînin wê asta ku bi wî rengî bifikirin, xebatên me yên bi wî rengî jî lo gorî derfetên me tên meşandin. Ji ber ku em wek YPJ’ê tenê di milek de nafikirin. Dema ku pêwîstî hebe di êrîşan de çek têne bikaranîn. Lê belê ew jinên ku dikevin wê rewşê de, ji wana re jî parastin, guherandin û veguherandinek jî lazime. Ji bo wan jinan û zarokên ku li wê derê ne hinek xebat hatiye meşandin û ew xebat jî hîn berdewame.

XEBATÊN DÎPLOMASIYÊ Û TÊKILIYA BI JINÊN LI NAVA ARTÊŞÊN CUDA RE

Xebatên me yên bi rêxistinê re girêdayî ne di beşên me yên dîplomasî û yên têkiliyan de hîn bêtir em çawa dikarin di asta navneteweyî de, bi hemî civakê re û bi hemî jinan re di nava pêwendiyekî de bin ku em bikaribin ne tenê YPJ’ê bidin naskirin, em bikaribin hişyariyekê di nav hemî jinan de bidin çêkirin ku hemî jin pêwistiya wan bi parastinekê heye. Mînak artêşên herî mezin ên ku têne naskirin di cihanê de nêzîkbûnê wan yê cînsiyetperestî, tevlîbûna jinan di artêşê de wek astengî dibînin. Wek tiştekî ne pêwîst dibînin. Heta wê yekê nîqaş dikin ku jin bila li mal mêze bike, bila li zarokan mêze bike. Heta jinê ku dikevin nav artêşên xweser de rêxistineke wan nîne, fermandarên wan nîne. Ew bi me re nakokiyan dide avakirin, di wan de jî nakokiyan dide avakirin. Hewldanek me ya wisa heye ku em di asta zîhnî de hinekî wê mijarê bigrin dest. Jin di nava artêşan de hene lê belê jinên yek bi yek, jinên perçe kirîne. Di heqê xwe de nikarin tu biryara bigrin. Ne artêşeke hatiye bi rêxistinkirin e. Di nava hemû artêşê de wek her zilamekî ew jî bi wî rengî di nav de ne. Nîqaşên me yên wisa hene ku em bi wan jinan re têkevin nav pêwendiyekê de ku em bikaribin jinên xwe bighînin wê astê ku di her cihên ku tê parastin de, gerek em rengekî rêxistinkirî hebin. Gerek xebatên me yên taybet di wê mijarê de hebe. Hinek hewldanên me bi vî rengî çêbûn. Lê belê di astekî pir berfireh de çênebû ye. Ji ber ku bi artêşekê ve girêdayî ne û bi serê xwe nikarin werin hevdîtina çêbikin.

Xebatên me yên di milê diplomasî de yên ku em didin meşandin ew e ku em bikaribin bi gelan re pêwendiyan çêbikin. Hevalên me yên şehîdên enternasyonal çêbûne. Li wê derê hinek heval şehîd ketine. Çi hevalê xort dibin, çi hevalên jin dibin. Bi malbata wan re ketina nav tekîliyan de. Wek çawa malbatên me yên şehîdan li vê derê pêwîst e her tim di navbera me de têkilî hebe ji ber ku hevalên me bûn, di encam de bi malbatê wan re têkîlî dane avakirin. Heta niha di wî milî de kêmaniyên me hene. Ji ber rewşa şer ya ku bandora xwe li ser me kir ku em wê rewşê baş bişopînin. Careke din me ew nirxand. Em bikaribin ji bo malbatên xwe çibikin, pêwendiyên xwe bi wan re çawa bikin. Ew dikarin ji bo şoreşa me,  ji bo YPJ’ê û ji bo hemû Rojava çawa xwe parçek ji wê bibînin û di walatê xwe de bêtir têkoşîn bikin? Bi wî rengî em dikarin têkîliyeke zindî di navbera Rojava û malbatên şehîdên enternasyonal de di rojevê de bihêlin. Ew xebat jî hîn berdewam dikin.

XWEDÎDERKETINA LI JINAN, PÊŞÎGIRTINA LI ÊRIŞÊN LI DIJÎ SIYASETMEDAR Û AKTÎVÎSTÊN JIN ÊN LI HERÊMÊ

Dîsa di çarçova xebatên YPJ’ê de bi qasî ku YPJ’ê rastî êrîşan hat di demên berê de, di roja me ya îro de jinên ku xebatên me yên di xweseriyê de wek sivîl dixebitin, ew jî rastî êrîşan hatin. Herî dawî du endamên xebatên jin yên Kongra Star li wê derê hatin qetilkirin. Vê rewşê hişt ku careke din em lê vegerin. Ji bo ku jin nikaribin bi rengekî rêxistinkirî yan jî bi rengekî artêş were ser me, ew jin yek bi yek hedef girtin. Li Kobanî êrîş li ser sê endamên Kongra Star kirin û di encamê de hatin şehîd xistin bi destê dagirkeriya Tirk. Dîsa jî li Dişîşa du endamên hereketa jin hatin şehîd xistin. Vê yekê hişt ku careke din em lê vegerin. Ev bi xebatên hucrayên şane dewam dike. Wek YPJ’ê bi rêya hêzên me yên YAT’ê û hêzên me yên Antî Terorê re em ê çawa bikarbin li wan jinan xwedî derkevin, em çawa bikaribin rê li pêşiya van êrîşan bigirin, ew êrîş ji wana re nemînin? Di dema dawî de û bi teybetî li milê Dêrazorê û li hinek alanan de li beramberî mirovên ku bi xweseriyê re dixebitin yan jî di nava saziyên xweseriyê de cihê xwe digrin ji serok aşîra bigre heta mirovê ku mazotê difroşe rastî êrîşan hatin û hatine şehîd xistin. Dîsa jin rastî van êrîşan hatin. Ji ber vê me planek wisa danî bû ku parastina her kesêkî ku di nava xweseriyê de cihê xwe digre û bi taybetî jî wek jin ku em çawa dikarin parastina wan bikin. Xebatek ji bo wê hatiye despêkirin, lê belê hîn jî kêm e.

Bi mijarên tevlîbûnê ve girêdayî ne em dixwazin çiqas jin û keç tevlî YPJ’ê bibin ewqas dizane ku mirov YPJ’ê ji xwe re hêz û cihekî azadiyê dibînin, ji ber wê berê xwe dide wê derê. Lê belê di nava van her du salên dawî de yên ku temenê wan biçûk û tevlîbûnê wan hatibû çêkirin, li gorî lihevkirina ku hatibû îmzakirin bi neteweyên yekbûyî re ya mafên zarokan ew kesana hatin vegerandin û li ser vê bingehê bi rêveberiya xweser re xebatek tê meşandin. Heta niha jî ew xebata me ya bi vî rengî dewam dike. Yanî ew ciwan dikarin dibistanên xwe dewam bikin û dikarin hîn bêtir bixwînin. Hinek sedemên wan hene yên ku tên tevlîbûnê çêdikin. Pir caran em dixwazin bişînin ji malbata re. Dibêjin me nedin. Yê ku rastî şîdetê tên, yên ku temenêkî biçûk dixwazin bidine zewicandin, yên ku malbat nîne, bav nîne, dayik nîne û gel û mirovên xwe nînin û li wan xwedî dernakevin rastî nêzikbûnên ne baş tên. Parastina wana jî pêwist e. Di nav qewetên leşkerî de ji ber ku temenê wan biçûkin nabe. Ji ber wê jî bi rêveberiya xweser re nîqaş hate kirin ku dibistaneke taybet  were vekirin ji bo keçên ku rastî wan nêzîkbûnan tên û parastina wan bê kirin. Hem xwendina wan didomînin hem jî tên parastin. Di nava vê salê de ew xebat hîn bêtir hate xurtkirin. Yê ku em dikarin radestî malbatê bikin em radestî malbatê dikin, yê ku nebe jî di wan mekteban de tên bicîhkirin û xwendina xwe didomînin. Em wana dewrî Rêveberiya Xweser dikin û ew li ser disekinin.

KARÊ WÊJEYÎ Û DOKÛMANTERÎ

Di nava xebatên me de em ji bo ku bikaribin artêşeke jinê ku hem di warê pisporî de, hem jî di warê zanebûnê de, hem di warê parastinê de û di her milî de xwe temambûyin yan jî gihîştina astekî jortir de ji bo ku em karibin ava bikin, li gor derfetên ku di destê me de hene xebateke berfireh tê meşandin. Herî dawî me civîna xwe ya salê jî lidarxist. Xebatên me yên salê hatin nirxwandin. Milê me yê kêm mane çi ragihandin be çi dîplomasî be, bi jinên civakê re wek YPJ’ê ne tenê di asta leşkerî de wekî din jî zanebûna parastinê bi wana re dan avakirin hîn bêtir em dikarin çi bikin. Hinek xebatên wêjeyî yê ku hatin meşandin jî hene. Hinek xebatê belgeselê ku werin çêkirin. Ji ber ku mîrasekê me yê pir dudirêj heye, lê belê xebatên me yên belgeselê pir di astekî kêm de maye. Niha em dixwazin wê xebatê leztir bikin û li ser wê kar bidine meşandin.

Bi giranî em vê dikarin bêjin. Wana hemî yên ku hem paşeroj û hem jî pêşeroj in. Em dikaribin paşeroja xwe bikin dîrok û bihêlin ji wê hêz bigrin û pêşeroja xwe dewam bikin. Pêşerojek hîn bi hêztir em bikaribin avabikin. Û li beramberî êrîşê ku dibin hebin em bikaribin di asta berxwedanê de berxwedanekî hin meztir derxînin holê. Bandora YPJ’ê çêbû. Me îsal hîn zêdetir hîs kir. Belkî me di nava şer de me nekarîbû ewqas bidîta. Me pir mirov dîtin ku YPJ’ê di asta cîhanî de hîn bêtir bala cîhanê kişand. Vê hiştiye ku pir kes di nava zihniyeta xwe de van nakokiyan jiyan bikin ku jin dikare şer bike, jin dikare parastinê bike. Çima nayê ku heta duh jê re digotin nabe û ne pêwist e û nikare, îro nîqaşekî bi wî rengî ger derî jê re vebûye. Xebera me jê nebû ku di nav hevdîtinên ku em dikin, ew ji me re hatine parvekirin. Gotin hûn gerek bizanibin. We bandor kir. We di zihniyetê de hinek tişt vala derxistin, vê gotina nabe negengaz e vala derxist. Û hûn dikarin wê xûrtir bikin û ew nîqaş anha di asta cîhanî de jî hene. Em di milekî de jê moral digrin. Lê belê jin wê çawa lê xwedî derbikeve. Nakokî heye hinek tişt gerek were guherandin êdî herkes razi bûye. Lê belê jin wê çawa bikaribe lê xwedî derbikeve. Jin wê çawa bikaribe wê rolê bilîze. Gerek em hîn bêtir li ser wê bixebitin. Palnsaziya ku em parastin jinê pê çêbikin, di sala 2017'an de me yekemcar çêkir, me sala çû plan kiribû ku em çêkin lê ji ber rewşa şer û pêwistiya tedbîr girtinê dereng ma, dibe ku di sala pêşiya me de em hewldaneki bi vî rengî bikin, wek du xebat bi hev re were meşandin, xebatek jê di asta YPJ’ê de, ya din ji di asta civakî û hiqûqî de bi rengekî din were çêkirin, ji ber vê jî hin gavên ku pêwîst e me avêtiba dereng mane û em çawa hîn bêhtir dikarin lezbikin? Lê ev bi êrîşan ve girêdayî ye, êrîş bandor dikin, ruxmî wê jî em hewl didin ku em bikaribin di nava hevalên xwe de û di nava gel de jî xebatek bi berhem û hêz ava bikin, bi giştî sala derbasbûnî bi vî rengî dikare bê nirxandin.

'EM BI HÊVÎ NE KU JI NIHA Û PÊ VE PÊŞÎ LI QETILKIRINA JINAN BIGIRIN'

Ji bo 8’ê adarê ya vê salê û şûn de, hêviyên me hene ku ew “komkujiyên” ku li ser jinan tê çêkirin, em bikaribin li pêşiya wê bibin asteng. Mînak jineke ku îro li Efrîn tê revandin, jineke ku tê qetil kirin, jineke ku rastî destdirêjiyê tê, namûsa wê tê xirakirin, yan jî dest davêjin namûsa wê, li Serêkaniyê dema em bûyerê wisa dibînin, em wek YPJ’ê xwe berpirsiyar dibînin ji ber ku ew der heremên me bûn. Rexneyek me jî li beramberî hemû jinan pêwîst e, ji ber ku di parastina wan bajarên xwe de em kêm man û belkî hêza me jî têre nekir ku em bikaribin vê bikin, lê ji bo ku em bikaribin bidin guhertin û çawa em dikarin van bajarên xwe yên ku hatine dagirkerin azad bikin? Ev wek planek û wekî diyariyekê ku di sala nû de bidin jinên hemî civaka xwe û ew keçê li wê derê jî ji bo destdirêjî li wan neye kirin 'di 12 salî têne zewcandin' ev li ser pişta me dibe bar, yanî ne ku malbat vî tiştî rewa dibîne, lê dibêje ez nikarim wê biparêzim, ji ber wê mecbûre ev tişt têne kirin, lê di heremên me de dema ev rewş biqewime, tê xuyanîkirin ku di mesela zanista ku çawa jin were parastin hîn jî kêm bûn heye. Raste ev kar karê qada civakî ye, lê em jî parçek ji vê civakê ne, em ji nav vê civakê derketine, ji  lewre em nikarin xwe li derve pirsgirêkên wê bibînin. Raste em hêzeke leşkerî ne, lê em beramberî civaka xwe di her astê de jî berpirsiyarin. Di sala nû de ji bo em karibin hîn bêhtir bibin hêza çareseriyê divê nîqaşek hevbeş were kirin ku em çawa dikarin zanebûnekê di asta pêheandinê de, di nav hemû gelê xwe de bidin avakirin, li nava jinan bidin avakirin û dîsa karê me yê tevlîbûnê, perwerde, diblomasî, ragihandin û karê di kampê weke Holê ku ew jinên di wê rewşê de ku carek din wan analîz bikin yan jî em di wana de guhertinekê bidin çêkirin ku ew jin tevlî civakê bibin, ev xebatên me yên wisa jî wê were dewam kirin. Bêguman dema ku em vê plansaziyê amade dikin, nayê wê wateyê ku em bi wan êrîşên ku wê bêne ser me bandor nabin, ji ber ku ihtîmaleke mezin heye, em rojane dişopînin çawa dijmin amadekariyên xwe dike, wek DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker heta rêjîma Sûrî jî. Ji ber ku rêjîma Sûrî heta niha xwe razî nekiriye ku divê bi rêveberiya xweser re çareseriyekê pêş bixe ku ji bo Sûrî bibe mînak. Ew di ya berê de israr  dike ku çawa bizîvire weke berê, xalên ku em bi rêjîmê re itîfaq nakin ev in û ev bi xwe re xeteriyekê tîne ser herêmê. Yanî dibe ku bi rengekî vekirî êrîş neke jî lê wê bi şaneyên xwe gelek tişta bike û em vê dibînin, mînak gelek kesên me girtin li Dêrezorê û cîhê dîtir, mukir hatin ku ew girêdayî rêjîmê ne û rêjîm xebatek wisa dide meşandin. Tirk û DAÎŞ jî xebatên wisa didin meşandin. Ji bo wê em li beramberî van tevlîhviyan yan jî erîşên ku tên kirin, wek YPJ’ê di sala nû de hîn bêhtin eleqedarin, her wiha ev xebatê ku bikin ji bo civaka xwe hene. Lê dema ku dibe mesela êrîşan ev xebat disekinin û giranî didin parastin û şer. Ji ber wê jî yanî em ê giraniya xwe bidin amadekariyên ji bo êrîşên ku wê werin kirin û di wextê dîtir de ji bo ku em karibin bi civaka xwe re alîkar bin, tiştên ku dikeve ser milê me em ê bikin.

XWERANEGIRTINA DEWLETA TIRK A LI BANDORA YPJ'Ê YA LI CÎHANÊ

Di nava vê salê de hinek berhemên ku derketine holê hebûn, wek filmê li ser YPJ’ê, hin pirtûk hatin nivîsandin, herî dawî pirtûka ku nivîskareke Emerîkî nivîsandibû, ew ket rojevê de. Lê belê li beramberî wê pirtûkê dewleta Tirk xwe negirt, heta nîqaşek hebû ku ew pirtûk bibe rêzefilm. Lê belê dewleta Tirk ji bo ku vê yekê asteng bike di dewrê de ye. Bifikire ku wêneyek hatiye xîzkirin li ser dîwarekî li bajarê Oslo, dewleta Tirk ji şaredariya Oslo re dibêje wê wêneyê rakin. Yanî tiştên me tehmul nake, wê demê tehemul ji xweseriyê re, ji jineke azad re, ji artêşeke jinê re ku bibe mînak di cîhanê de, normal e ku bibe wek kulekê di dilê dijminê me de. Pêwîste em di ferqa wê de bin ku dijmin dixwaze wê kulê ji dilê xwe derxe. Divê em wê kulê mezintir bikin, divê dijimin vê fam bike ku ev rastiyeke wê hebe, hate jiyîn û wê her xwe dewam bike. Ev rastî li vir xelas nabe, rastiya berxwedanê, jina ku şer dike, jina ku şoreşê dike, divê em bizanin ku dijminê me ji vê şoreşa me ne rehete. Ji vê hebûnê ne rehete, ji vê serketinê ne rehete, ji van destketiyan ne rehete. Çi weke civaka ku bin siya rêveberiya xweser de ye, çi wek jina ku hewl dide ku xweser be û rêxistina xwe hîn bêhtir ava bike. Ango du êrîş hene li ser me him beramberî destketiyên gel û him jî beramberî destkeftiyên jin. Divê em xwe di vê rastiyê de îqna bikin, heya ku pêşeroja Sûriyê neyê misogerkirin pêwîst e em her dem di amedekariyê de bin, di amedekariya ku wê êrîş dewam bikin. Kengî çareseriya Sûrî giştî hate nirxandinê û cîhê rêveberiya xweser di wir de hate misogerkirin, wê demê em dikarin bêjin ku pêwistî bi parastinê nema ye, yan jî ew xeterî zêde namîne.

METIRSIYA HEYÎ JI YA DAÎŞ'Ê MEZINTIR E, LEWMA DIVÊ BI HER AWAYÎ BERXWEDAN DEWAM BIKE

Em nafikirin piştî ku hin tişt çareser bibin dev ji artêşa jin berdin, ji bo wê yekê divê em xwe îqna bikin ku di sala pêşiya me de hîn bêhtir wê xeterî meztir bibe, yanî heger teke tek hin jin tên qetilkirin, tên suqastkirin, planê taybet ku li ser hindek endam were meşandin, heger bi êrîşên vekirî dibe, heger bi êrîşên siyasî dibe, heger bi êrîşên di rêya ragihandinê dibe, bi her rengekî wê dewleta Tirk û hemû dewletên statîkoperest ên li derdora me wê hewl bidin ku vê rastiyê ji holê rabikin. Wê kar bikin û hewl bidin encam werbigirin. Ji bo vê jî divê em bibînin erka xwe ya demdirêj, ya dema pêş wê jî û yên berê girantir bin, yanî em nebêjin rewşa giran derbas bû. Ji ber ku ne wilo ye û divê civaka me jî xwe wisa îqna neke. Yanî niha metirsiya DAIŞ’ê xilas bû hingî xeterî tuneye, na, xeteriya ku anha li pêşiya me ye ji ya berê meztire. Mijar tenê ne Rojava ye, yanî ruheke berxwedanî li kûderê hebe wê hewl bidin tune bikin. Mînak êrîşên ku li Garê û Heftanînê hatin çêkirin di nava vê salê de, pilanê ku li ser Şengalê hene, planê ku li ser Rojava hene, ev yek ji ya dîtir ne qute, hêza ku li ber xwe dide kiye? Li beramberî van dewletan kî be wê bixwazin lê bidin û xilas bikin.

'KES KESÎ NAPARÊZE, DIVÊ GELÊ ME PIŞTA XWE NESPÊRE KESEKÎ; XWE BI XWE BIPARÊZE'

Ew dewlet naxwaze ku hêzêk li beramberî wan bisekine û mafên xwe û yên gelê xwe bixwaze û mîsoger bike û ji bo gelê Kurd tiştekî ava bike, qebûl nake. Ne tenê ew dewletên statîkoperest hêzên derve jî hene. Xeteke wana ya birdozî heye, xeteke wana ya diyarker heye. Herkes pêwîst e tevlî wî xeta wan bibe, yên ku tevlî nebe cihê wî di jiyanê de nîne. Hewldanê wan hemî ser vî esasî ye. Dibe ku hinek guherandin di farqa cîhanê de were çêkirin lê belê em pişta xwe nedine kesekî. Ev rastiyeke. Gelê me pêwîst e vêya nebêje filan kes li vê derêye êrîş bi wî rengî ser me nayê çêkirin. Filan hêz me biparêz e. Kes kesî naparêze. Jin jî ne pêwîst e ku li benda kesekî be ku wê biparêze, pêwîst e rêxistina wê hebe û ne pêwîst e jî ku gel li bendê bin ku dewletek an jî hêzêk ji derve were wan biparêze. Divê rêxistina wî hebe. Divê ew xwe bike hêz. Yanî gotinek me ya Kurdan heye dibêje; 'Çavê li deriya xwelî li seriya' yanî çavên te li hineka be ku werin bi te de wê çaxê tu ne tişteke, tu nikarî yanî tu nînî, ji ber ku tu li benda hinekayî, bi insafa wan dimîne. Were destek bide dibe destek nede tu çû, tê di komkujiyan re derbas bibî. Jin jî civak jî qedera wan yeke. Yanî jinek jî gerek xwe di wêya de îkna bike ku pêwîst e rêxistina wê hebe, civak jî pêwîst e xwe têde îkna bike ku hêza min hebe. Hêza min a ku dikaribe min biparêze, dema ku hêza te hebe ji xwe tu çiqas bi hêzdibe tu dê bikaribe xwe biparêze û dostê te pir dibin. Ji ber ku ev cîhan cîhana kesên bi hêze, ne ya bêhêza ne. Jin jî çiqas bi hêz be wê dostên wê pir bin. Mirovê ku heyran heyran lê mêze bikin pirin. Lê belê jina belengaz kesê ku ne wê xwedî bike ne bihewîne heye. Yê ku wê bihewîne jî dixwaze jê sûdekê bigire. Ev yek ji bo gel jî derbasdar e. 

'DIVÊ EM JIN DERFETÊN XWE HEMÛYAN JI BO PARASTINÊ BI KAR BÎNIN'

Em wek civak wek jin wek neteweya jin divê di mesela parastinê de hemî hebûna xwe û çi derfetê me hebin di xizmeta parastinê de bidin kar kirin. Di serî de ew ji me re pêwîst e. Kemaniyên jiyanê piştre jî karin werin kirin. Ew hebe tunebe zêde bandor nabe. Lê belê êrîşek were û tu nikaribî xwe biparêze  yê ku hebe çi dewlemend bûn hebe çi xweşik bûn hebe wê hemî were pêlakirin, wê hemî biçe. 

Ji bo wê jî em hewl didin di civaka xwe de bêtir vê fikirandinê çêbikin. Di vê salê de hîn bêtir gavên cûdatir çekin, li gor salên berê di asta tevlîbûna YPJ’ê de û li xwedî derketina YPJ’ê de hem di asta cîhanê de hem jî di asta nav gelê me de em bikaribin hîn rihêkî xurtir hem jî astekî mezintir em ava bikin. Planên me ev in. Ji bo 8’ê Adarê jî amadekariyên me hene. Hem pîrozkirin û hem jî xwedî derketin. Di wan karên xwe de em ê bêtir di jiyana jinan de guherantinekê bidine çêkirin. Ser vî esasî pêwistiya me bi gelê me û desteka wî heye ku hîn bêtir xwedî li parastinê derbikeve. Li ser vê bingehê em hemî jinan careke din hemî jinên ku di çeperan de, hemî jinên ku niha li eniyên şer de, yên ku li ser esasê parastinê xebatên xwe didin meşandin û yên di hemî alanan de dimînin, 8’ê Adarê li hemiyan pîroz dikin û ji hemiyan re serketinê dixwazin."