Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a Sala 2021’an dan Gultan Kişanak

Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a Sala 2021’an dan siyasetmedarê jin a Kurd Gultan Kişanak ku di girtîgehê de ye.

Li Elmanyayê ji sala 2007’an û vir ve du salan carekê Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn tê dayîn. Xelata sala 2021’an dan siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak a di Girtîgeha Tîpa a Kandirayê de ye.

Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser medyaya dîjîtal xelat ragihand û got “Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a Sala 2021’an hêjayî Gultan Kişanak hate dîtin. Em wê pîroz dikin. Li derve û hundir em ê vi piştgiriya jinan li dijî pergala mêrserwer têkoşîna xwe bidomînin.”