Xelata Astrîd Lîndgre ji nivîskara DYA'yî Meg Rosoff re hat dayîn

Xelata Alma ku ji bo bîranîna nivîskara navdar a Swêdî Astrîd Lîndgren tê dayîn û weke Xelata Wêjeyê ya Nobelê yazarokan tê pênasekirin, îsal ji nivîskara DYA'yî Meg Rosoff re hat dayîn.

Xelata Alma ku ji bo bîranîna nivîskara navdar a Swêdî Astrîd Lîndgren tê dayîn û weke Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya zarokan tê pênasekirin, îsal ji nivîskara DYA'yî Meg Rosoff re hat dayîn.

Di civîna çapemeniyê ya li Pirtûkxaneya Qraliyetê ya li Stockholmê de jûriya Weqfa Alma hat ragihandin, pirtûkên Rosoff ji ciwanan re nivîsandiye, hem xîtabî hest hem jî têgihiştinê dikin û xwendevanan ti carî xemsar nahêlin.

Seroka Jûrî Boel Westîn da zanîn, karekterên di romanên Rosoff de cih digirtin, hem empatiyê hem jî hurmetê nîşan didin û di heman demê de bi rexneyî nêzîk dikin. Westîn diya rkir, Rosoff nivîskareke ku sînoran nû dike û bi rezdarî nêzî mirovan dibe.

Mezûna Zanîngeha Harwardê Rosof a di sala 1956'an de li Bostonê ji dayik bû, 6 pirtûkên wê yên ji bo zarok û ciwanan û romaneke ji bo mezinan heye.

Ji bo xelata îsal a Alma, ji 59 welatan 215 nivîskar û sazî namzet hatibûn nîşandan.

Xelata Astrîd Lîndgren wê di 30'ê Gulanê de li Mala Konserê ya Stockholmê bi merasîmekê radestî Rosoff bê kirin.