Xabûr: Rast bikaranîna dengan, pûçkirina dek û dolabên dijmin e

Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr: Dijmin fikir û felsefeya Rêber Apo nas nekiriye, ji bo wê hertim winda dike.

Endama koordînasiyona KJK’ê Dicle Xabûr bû mêvana bernameya Rojeva Jin a Stêrk Tv û bersiv da pirsên ronamevan Arjîn Baysal. Dicle Xabûr Newroza 2019’an, çalakiyên canbexşane û hilbijartina 31’ê Adarê nirxand.

Xabûr di destpêka axaftina xwe de şehîdên ku bi çalakiya canbexşane canê xwe feda kirin bibîr anî û çalakvanên girava birçîbûnê silav kirin û wiha got: “Em bi dijminekî wiha re rû bi rû ne, ku nahêle al, wêneyê Rêbertî û şehîdên xwe li ba bikin. Şehîd Zulkuf Gezen bi çalakiya xwe peyama bilindkirina çalakiyê da me. Newroza îsal bi ruhê berxwedanê hate pîroz kirin, çawa me gelê Efrînê dît bi coşê Newroza xwe pîroz kirin li her deverê jî heman coş û ruh hebû. Dijmin fikir û felsefeya Rêber Apo nas nekiriye, ji bo wê her tim wenda dike. Pir propogandayên tirsandinê yên weke ku li Qendîl tê bombe baran kirin, gerîla û PKK’ê nemaye çavên gel ditirsîne. Gelê me yên Başûrê Kurdistanê bi ruhê berxwedaniya Şêladizê bi girseyî berê xwe dane Newroza Qendîlê, ev ruhê berxwedaniya gelê me ye ku dijmin ditirsîne.”

‘JI PIŞTGIRIYÊ ZÊDETIR, DIVÊ ÇALAKIYÊN ME HÎN RADÎKAL BIN’

Xabûr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser bêdengiya li hemberî berxwedaniya çalakgeran û şehadetên canbexşane û wiha pê de çû: “Saziyên ku qaşo xwe bi mafê mirovan bi nav dikin, lê di çalakiya hevala Leyla û rêhevalên wê a 5 mehan heya niha me tu dengê wan nebihîstiye. Eger pirsgirêka Gelê Kurd bê çareser kirin wê krîza Rojhilata Navîn jî ji holê rabe, ji bo Filestînê jî heman tişt e. Pêwîst e ku gelê me ji bendewariyê zêdetir pêwîst e çalakiyên xwe yên berxwedanê bilindtir bikin, rê û rêbazên çalakiyên xwe dewlemendtir bikin. Lê mixabin li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ser nirxên me û êrîşî cenazeyên şehîdên me û gorsitanên şehîdan dengê gel pir lewaz dimîne. Li hemberî van êrîşan pêwîst e gelê me ji piştgiriyê zêdetir çalakiyên xwe radîqal bikin, di van çalakiyan de rola jin û ciwanan pir girîng e û pêwîste bi erkên xwe rabin.”

‘BI SEKNA BERXWEDANIYA ŞKANDINA TECRÎDÊ, WÊ DEK Û DOLABÊN DAGIRKERIYÊ TÊK BIÇIN’

Xabûr di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tirsa dijmin ji PKK’ê û sekina gel û gerîlayên me yên berxwedêr serî li rê û rêbazên weke reşkirinê dide: “Dijmin hem PKK’ê teşîr dike, hem saziyên gel reş dike, lê di van reşkirin û teşîrkirinê de mirov tirsa wan ji hêza PKK’ê, gel û gerîlayan dibîne. Bi sekna Sêvê, Mehmet Tûnc, gelê me yên Efrînê û çalakiyên gerîlayan planên dijmin tev têk çûn. Dijmin ji tirsa xwe tevahî gelê berxwedên û azadîxwaz kirine terorîst. Erdogan dijminê jinê ye, ji bo wê jin jê re bûne tirs û kabûs. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me wê deng û sindoqên xwe biparêzin. Bi sekina berxwedaniya bi ruhê şikandina tecrîdê wê vîna xwe ya azad bikine meriyetê, dek û dolabên dagirkeriyê têk bibin.”