Wezîra Frensî mafên jinan ên 'Nifşê sêyemîn' dixwaze

Wezîra Frensî mafên jinan ên 'Nifşê sêyemîn' dixwaze

Wezîra Mafê Jinan a Fransayê Najat Vallaud-Belkacem, dixwaze mafê jinan a ‘nifşê sêyemîn’ pêk were. Wezîrê got ‘nifşê sêyemîn, wekheviya rast e’ û diyar kir ku ji dibistana dayikê û şûnde li ser wekheviya zarokên keç û kur dê perwerde bê dayîn.

Tê payin ku îro lijneya wezîran li ser mafê jinan bicivin. Wezîra Mafê jinan Najad Vallaud-Belkacem ku ji radyoya Europe-1 re axivî û xwest ku mafê jinan a nifşê sêyemîn pêk were.

Belkacem got ‘nifşê sêyemîn, wekheviya rast e’ û diyar kir ku divê mafên weke piştî şer bi kar anîna dengan, piştî salên 70’ê dayîna mafên taybet (mafê kurtajê) divê bi qanûnan bê pêkanîn. Wezîr wiha got: “Em di sala 2012’an de ne. Em li hejmaran dinêrin. Her tişt di qanûnan de nivîsandiye. Lê newekhevî jî li holê ye. Dema mirov li rêjeyê dinêrin di mijara newekheviyê de valakiyeke mezin heye.”

Belkacem da zanîn dema mirov li ‘wekheviya rastîn’ dinêrin, qanûnên nifşê sêyemîn çima neketiye meriyetê dê bê nirxandin û got: “Em dê berê xwe bidin aliyê hişk. Qanûn çima pêk nehatine pir zû tê fêmkirin. Ji ber ku ji erêkirina pêşnûmeyên wêdetir, li ser zihniyetê xebatek têr pêk nehatiye.”

JI DIBISTANA DAYIKÊ VE PERWERDEYA ZAYENDÊ

Wezîr Belkacem destnîşan kir ku ji bo bi wekheviyê re têbikoşin divê ji dibistana dayikê heta dibistana seretayî li ser wekheviya keç û kuran perwerde bê dayîn.