Wekîlên jin ên HDP'yî: AKP sûcê li dijî mirovahiyê dike
Parlamenterên HDP'ê Bûldan û Kerestecîoglû komkujiya gundê Zergelê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, şermezar kirin û anîn ziman ku AKP li pêş çavê mirovan sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Parlamenterên HDP'ê Bûldan û Kerestecîoglû komkujiya gundê Zergelê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, şermezar kirin û anîn ziman ku AKP li pêş çavê mirovan sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Parlamenterên HDP'ê Bûldan û Kerestecîoglû komkujiya gundê Zergelê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, şermezar kirin û anîn ziman ku AKP li pêş çavê mirovan sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Nerazîbûna li hemberî qetilkirina 9 sivîlan ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve li gundê Zergelê, mezin dibe. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû ji ANF'ê re peyivîn û diyar kirin ku AKP a nikare xwe li serketina HDP'ê ya di hilbijartinan re rabigire, ji bo desthilatdariya xwe agir bi her derê dixe.
'ÊDÎ JIYANA KESÎ NE EWLE YE!'
Bûldan anî ziman ku piştî komkujiya li Pirûsê Tirkiye veguheriye xeleka ji agir û destnîşan kir ku AKP hemû kîn û hêrsa xwe li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokratîk û mûxalîf ên Tirkiyeyê dibarîne.
Bûldan komkujiya li Qendîlê bibîr xist û diyar kir ku ev kîn êdî sînoran nas nake. Bûldan destnîşan kir ku Tirkiye bi awayekî vekirî sûcê li dijî mirovahiyê dike û got, "Li erdnîgariyeke bi balafirên şer tê bombekirin, qetilkirina sivîlan ji bo Tirkiyeyê lis er navê mirovahiyê sûc û şermeke mirovahiyê ye."
Bûldan biryara şer a Serokkomar şermezar kir û banga kir ku tavilê ji vê biryara xwe ya şer vegere û ragihand ku êdî li vê erdnîgariyê ewlehiya jiyana kesî nemaye. Bûldan got, "Dem hatiye em jin li dij vê derkevin. Li her devera cîhanê divê jin li dijî şerê li Tirkiyeyê dest bidin hev."
'AKP'Ê NEKARÎ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ QEBÛL BIKE; EM Ê JI BO AŞTIYÊ BIXEBITIN'
Kerestecîoglû da zanîn ku qetilkirina sivîlan sûcê li dijî mirovahiyê ye û anî ziman ku AKP a li aliyekî sivîlan qetil dike, li aliyê din cenazeyên şervanên YPG'ê yên li dijî DAIŞ'ê şer kirine, nade malbatan. Kerestecîoglû got, "Li kîjan devera cîhanê cenaze bi vî rengî tên sekinandin" û destnîşan kir ku ti daxuyaniyeke mafdar a vê yekê nîne.
Kerestecîoglû diyar kir ku AKP a nekarî encamên hilbijartinê qebûl bike, şer sor dike û ragihand ku bi vê yekê re dixwazin hêviya aştiyê ya mîlyonan HDP'ê bê qîmet bikin. Kerestecîoglû got, "Çi dibe bila bibe, senaryoyên şer wê bi ser nekevin" û bang li her kesî bi taybetî jî jinan kirin ku li hemberî şer dengê xwe yê aştiyê bilind bikin û bikevin nava hewldanan.