Wê tifaqa jin ya Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur were avakirin

Encamnameya 2. Konferansa Jin a Rojhilata Navîn û Erîqaya Bakur ya li paytexta Lubnan Beyrûdê hatibû organîzekirin hat ragihandin.

100 delege ji 18 welatan tevlî konferansa ku di navbera 30-31’ê Tîrmehê bi dirûşmeya “Emê bi Yekîtiya Jinan Şoreşa Demokratîk Pêkbînin” hatibû li darxistin, her wiha 30 jin jî bi rêya online tevlî konferansê bûn.

Yekemîn konferansa Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur sala 2013’an li Amedê pêk hatibû.

Di encamnameya konferansê de hatiye gotin ku şert û mercên herêmî û navnetewî ya heyî, pevçûn û şerên li herêma Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur yên jin pêre rû bi rû dimînin û gelek mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Her wiha bal hatiye kişandin li ser bandora bûyerên ji cihê xwe bûyîn, esaret û qetilbûyîn ya li ser jinan û zêdebûyîna şîdeta li ser jinê.

Dîsa îşare bi girîngiya bilindbûyînên ber biçav ên di têkoşîna jinan ya di nava tevgerên gelan de hatiye kirin û şoreş û protestoyên ku li gelek welatan çêbûne hatin