Vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê li Osloyê hate protestokirin

Li Osloyê ya ku paytexta Norweçê ye vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Platforma Jinên Kurd li navenda Osloyê ev çalakî lidarxistin û Organîzasyona Piştgiriya Kurdistanê jî tevlî vê çalakiyê bû.

Lînda Weerts li ser navê Platforma Jinên Kurd axivî û bang li Serokwezîra Norwecê Erna Solberg, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursulula Von der Leyen û Sekreterê NATO’yê Jens Stoltenberg kir ku û got “Em banga aştî û wekheviya li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin.”

Di axaftinan de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê ji serê sala 2021’an û heta niha 91 jin hatine kuştin û diyar kirin ku vekişandina dewleta Tirk a ji Peymana Stenbolê divê were protestokirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku wê Peymana Stenbolê li kolanan were qezenckirin.