TJK-F kongreya xwe ya duyemîn li dar xist

Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F), kongreya xwe ya duyemîn li paytexta Fransa Parîsê li dar xist.

Kongreya duyemîn a Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-E) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê pêk hat. Ji 13 meclîs û komunên jinan ên li Parîsê zêdeyî 100 delege tevlî kongreyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, dîwan hate hilbijartin û rojeva siyasî hate nirxandin.

Delegeyan gotin, "Eger îro li her herêma Kurdistanê têkoşîna jinê heye û em dikarin li Ewropayê bixebitin, ev yek ji ber têkoşîn û sîstema me ya bê navber a li dora nirxên hevpar e. Têkoşîna me li çar aliyên Kurdistanê didome. Keda jinê li Rojavayê Kurdistanê di asta herî bilind de xwe nîşan daye."

Piştre rapora li ser karê salekê hate xwendin û nirxandin. Delegeyan li ser rê û rêbazên kar ên li dora azadîparêziya jinê ya serdema nû gotûbêj kirin.

Piştî ku koordînasyonek ji 7 kesan hate hilbijartin, kongre bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qediya.