TJK-F’ê banga tevlîbûna çalakiya 7’ê Adarê li Parîsê bê lidarxistin kir

TJK-F’ê ragihand ku wê 8’ê Adarê bi şiyara “Li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e” pîroz bike û got, “Em dizanin tenê dikarin bi hêza xwe ya rêxistinkirî dengê xwe bidin bihîstin, ji ber vê divê em hemû li qadan bin.”

Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê (TJK-F) anîn ziman ku wê li Parîsa paytexta Fransayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şiyara “Li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e” derbikevin qadan. Di daxuyaniya derbarê mijarê de hatî kirin, ragihandin ku wê 7’ê Adarê roja Şemiyê seat 12:00’an li Meydana Repûblîqûe ya Parîsê mitîngekê li dar bixin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “129 jinên kedkar di salvegera 164’emîn ên têkoşîna 8’ê Adarê bi rêzdarî bi bîr tînin. 8’ê Adarê roja jinên bi rûmet ên li dijî hişmendiya barbar a DAÎŞ’ê têkoşîn kirî ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê ya jin bi rê ve dibe desthilatê ditirsîne.

Îsal em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şiyara ‘Li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e’ pîroz dikin. Em dizanin ku tenê bi hêza xwe ya birêxistinkirî dikarin dengê xwe bidîn bihîstin, ji bo vê divê em hemû li qadan bin.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi têkoşîna jinên azad digehe lûtkeyê.”