TJK-E'yê kongreya xwe ya 6'emîn li dar xist

TJK-E'yê kongreya xwe ya 6'emîn li dar xist û destnîşan kir ku wê li dijî êrişên qirkerî û dagirkeriyê, li hemberî xeta xiyanet û nokeriyê, têkoşînê mezin bikin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) encamnameya kongreya xwe ya 6'an eşkere kir ku di navbera 17 û 20'ê Hezîranê de lidar xist. Di encamnameyê de hate ragihandin ku kongre bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" pêk hatiye û diyarî şehîd Delal, Hêvî û Denîz Poyraz hatiye kirin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku yek ji mijarên bingehîn ên li kongreyê hate nirxandin, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bû.

Di encamnameyê de hate gotin, "Berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya li dijî faşîzm û qirkirinê bi berfirehî hate nirxandin û ji bo bicihanîna paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Demokratîk û Ekolojîk, ji bo parçekirina sîstema Îmraliyê biryarên girîng wergirt."

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOMKUJIYA JINAN WÊ BÊ MEZINKIRIN'

Di encamnameyê de hate ragihandin, ku dewleta Tirk a faşîst li gel polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li dijî jin û gelê Kurd, li gel kiryarên li derveyî mirovahiyê nekariye encamê werbigire û hate gotin, "Gel û jinên Kurd li dijî van êrişan her tim li ber xwe dan û destketiyên girîng bi dest xistin. Di asta heyî de dixwazin ku polîtîkayên qirkirinê bigihînin qonaxeke nû. Êrişên li ser Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê, ji mijarên sereke yên rojeva kongreya me bû. Pêkhateyên kongreya me têkoşîna bi heybet a gerîla ji xwe re kir esas û biryardariya xwe nîşan da ku li her qadê ruhê berxwedanê yê Metîna, Heftanîn, Zap û Avaşînê biafirîne, ji Ewropayê heta Metîna û Zapê bi dirûşma 'Gerîlayên berxwedêr rûmeta jinên Kurd ên berxwedêr e' xeleka ji berxwedanê ava bike. Biryar hate dayin ku têkoşîna li dijî van êrişên dagirkeriyê li her cihî radîkal û bilind bike. Li gel têkoşîna li dijî êrişên dagirkerî û qirkeriyê, her wiha mezinkirina têkoşîna li hemberî xeta xiyanet û nokeriyê jî wê helwesta çalakiyan a jinên Kurd be ku li ser xeta yekîtiya neteweyî bimeşînin."

'KAMPANYAYAN ROJEVÊN GIRÎNG AVA KIRIN'

Di encamnameyê de pêngava 'Li dijî qirkirina jinê, prastina civaka azad û jin a azad' hate bibîrxistin ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve par hate destpêkirin û hate gotin, "Kampanya '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' ku di çarçoveya vê pêngavê de hate lidarxistin, rojeveke girîng afirand. Ji bo qirkirina jinê li qada navneteweyî weke sûc bê naskirin, ji bo komkujiyên jinan ên bi rêk û pêk têne kirin hatin dîtin, ji bo teşhîrkirina Erdogan li qada navneteweyî û darizandina Erdogan, kampanya me kelecaneke girîng afirand û piştgirî wergirt. Bi sed hezaran mirovî piştgirî dan kampanya me. Her wiha meclîs, komun, însiyatîf û pêkhateyên jinan li dora vê kampanyayê civiyan û li her cihî pêşengî ji pêngava 'Dema wê ye' kirin. Li ser bingeha biryardariya li kongreya me, hate destnîşankirin ku kampanya li ser du hîmên bingehîn dewam bike. Yek ji van ronîkirina komkujiya Parîsê û hesabpirsîna ji kujeran e... Hîmê duyemîn jî mezinkirina têkoşîna li dijî qirkirina jinê ya li Efrînê ye."

XURTKIRINA RÊXISTINIYÊ

Li gorî encamnameyê, di kongreyê de hate destnîşankirin ku ji ji bo Kurdên ji Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr koçî Ewropayê kirine, divê rêxistinî hîn bêhtir bê xurtkirin û hate gotin, "Divê feraseta rêxistiniya teng û yekalî ji holê bê rakirin û biryardariya wê yekê hebe ku xwe bigihêjînin her jinekê û têkoşîna azadiya jinê bigihêje her malê.

Di kongreyê de hate ragihandin ku îradebûna meclîsên jinan, ji aliyê hûnandina sîstema civakî ya jinê ve jiyanî ye. Ji aliyê pêşvebirin, birêxistinkirin û sazîkirina sîstema civakî ya demokratîk ve asteke girîng hatiye afirandin.

Li ser vê bingehê biryar hate dayin ku bi dirûşma 'Her jin divê bê birêxistinkirin' seferberiya perwerdeyê û rêxistinbûnê bê destpêkirin. Ji niha û pê ve ya diyarker rêxistiniya sîstema gel û jinan e. Sîstemeke civakî ya demokratîk a ku xwe bi xwe bi rê ve dibe û têra xwe dike bê avakirin û pêşengên gel bêne afirandin. Lewma hatiye ragihandin ku divê beşên civakî yên berfireh ji aliyê meclîsan ve weke îradeya rêveberiyê bêne destnîşankirin. Her kesên li meclîsan û saziyên me yên demokratîk wezîfeyê dikin, divê bi vê berpirsyariyê xwedî li wezîfeyên xwe derkevin û bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibin."

'BIDAWÎKIRINA TECRÎDA LI SER RÊBER APO'

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku di kongreyê de biryardariya wê yekê hate dubarekirin ku sedsala 21'ê bikin serdema şoreşa jinê û hate gotin, "Ji bo vê jî kongreya me ya 6'an biryar da ku bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo ku afirînerê xeta azadiyê ya jinê ye, parçekirina sîstema dîlgirtinê û êşkenceyê ya Îmraliyê, rawestandina faşîzmê û bidawîkirina dagirkeriyê, li dijî qirkirina jinê parastina civaka azad û jin a azad, wezîfeyên bingehîn e ku divê bi cih bêne anîn.

Kongreya me ya 6'emîn ku di vê dema dîrokî de hate lidarxistin, azadiya gelê Kurd û şoreşa jinê daniye ber xwe. Ev yek têkoşîneke şoreşgerî ye ku herikîna dîrokê dikare biguherîne. Li ser vê bingehê em bang li jinan, ciwanan û her kesên bi hesreta azadiyê dikin ku bi rengekî çalak tevlî pêngava me ya 'Dem dema azadiyê ye' û 'Li dijî qirkirina jinê, parastina civaka azad û jin a azad' bibin."

Di dawiya kongreyê de desteya rêveber û çavdêriyê hatin diyarkirin û piştî hilbijartinê bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bi dawî bû.

BIRYARÊN LI KONGREYÊ HATIN WERGIRTIN

Li gorî encamnameyê çend ji biryarên bingehîn ên di kongreyê de hatine wergirtin wiha ne:

"-TJK-E azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina jiyana azad a bi neteweya demokratîk re dike bingeha karê rêxistinî û çalakiyên xwe. Xwedîderketina bi pêşengiya jinê ya li projeya avakirina jiyana azad û neteweya demokratîk, danasîna wê ya civakê re û têgihiştina wê, ji xwe re dike armanc.

-Li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê, bi dirûşma 'Gerîlayên berxwedêr rûmeta me ya jinên Kurd ên berxwedêr e' bi ruhê têkoşînê yê mezin pêvajoya çalakiyan bê xurtkirin.

- Pêngava ku bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye' wê li her qadê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê, dema parastina civak û jin a azad e' bê meşandin.

-Ji bo hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurd PKK ji lîsteya terorê bê derxistin wê têkoşîn bê mezinkirin. Li ser vê bingehê wê li ser asta navneteweyî tevna piştevaniyê bê avakirin, li dijî polîtîkayên qirêj û bêexlaq ên dixwazin têkoşîna azadiyê ya Kurd terorîze û krîmînalîze bike, wê karekî bi bandor bê meşandin.

- Li dijî faşîzmê wê bi tevgerên jinan ên cîhanê re têkoşîna jinê ya hevpar bê mezinkirin.

-Ji bo îrade û hêza biryardanê ya jinê li her qada jiyan û civakê bê destnîşankirin, ji bo mezinkirina karê avakirinê di xebatên xwe yên meclîs, komun û însiyatîfan de wê ruhê berxwedanê yê Sêvê, Pakîze, Fatma, Asya û Mehmet Tûncan ji xwe re bike esas.

-Ji bo bicihanîna sîstema me ya komunal a demokratîk, 9 aliyên paradîgmaya me bi rengekî şênber wê li meclîsên me bêne birêxistinkirin û sazîbûnê ji xwe re bike esas.

-Li dijî zîhniyeta modernîteya kapîtalîst a navendîperest, dîjîtal, ji gel qutbûyî û biyanîbûnê, wê jiyana komunal ji xwe re bike esas, di çarçoveya pêngava perwerde û rêxistinbûnê wê seferberiya 'Her jin divê xwe bi rêxistin bike, bê birêxistinkirin' were destpêkirin.

-Sîstema hevserokatiyê li ser bingeha demokratîkkirina civakê û avakirina jiyaneke wekhev û azad bê nirxandin, li dijî nêzîkatiyên zayendîperest û desthilatdarîparêz wê têkoşîneke radîkal bê meşandin.

-Hemû komunên me yên meclîsan û pêkhateyên me, li dijî bandora pêvajoya pandemiyê ya dûrî komunalîte û zêdekirina pasîfîzmê, wê tevn û têkiliyên civakî xurt bikin û têkoşînê bi vê perspektîfê bimeşînin.

-Karên li ser zimanê dayikê wê weke karekî îdeolojîk bê nirxandin, ji bo zarok li dibistanan bi zimanê Kurdî dersê werbigirin wê kar bê kirin.

-Têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li jinê û femînîcîdê, wê panel, semîner, perwerde û kampanyayên demkî bên lidarxistin.

-Li dijî berdêl, zewaca bi zorê, zewicandina di zarokatiyê de, tundiya li nava malbatê û pirzewacî, her wiha li dijî fûhûş, destavêtin û destdirêjiyê wê têkoşîn bê mezinkirin.

-Ji bo jinên ku tundî li wan hatiye kirin wê bi rêya sazî û meclîsên jinan li herêman derfetên piştgiriyê bên afirandin, di bin sîwana komîsyonên civakî de wê yekîneyên têkoşîna li dijî tundiyê bên avakirin."