TJK-E: Ji bo darezandina dîktator Erdogan me 235 hezar û 727 îmze kom kirin

TJK-E: Li gel dosyaya ku sûcên dîktator Erdogan li xwe digire, ji bo darezandina Erdogan; me bi 235 hezar û 727 îmez serî li NY û saziyên navneteweyî yên pêwîst daye.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) di roja 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Navneteweyî ji bo desthilata Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku 19 sal desthilata xwe jin qetil kirine, dest bi kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ kiribû. Qonaxa yekem a kampanya îmzeyan a TJK-E ya 4 meh in dom kir, li bajarê Zurîh a Swîsreyê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re hate parvekirin.

Daxuyaniya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê hate kirin, aktivîstên TJK-E, endamên FEDA, Women Defend Rojava, FIST, Jinên Enternasyonalîst, Ni Uno Menos, PDA, PYD û gelek jin amade bûn. Li ser navê TJK-E’yê Neslîhan Dersîm daxuyanî da.

TJK-E’yê diyar kir ku pêngava wan di çarçoveya ‘Li dijî qirkirina jinê; Dem dema parastina azadiya jinê û civakê ye’ 25’ê Mijdara 2020’ê starta kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ dane destpêkirin.

JINAN LI HER DERÊ ÎMZE KOM KIRIN

TJK-E’yê bal kişand ku jinên Kurd li dijî her cûre siyaseta înkar û îmhayê ya rejîma AKP-MHP’ê israr kir û êrîşan tim dengê xwe bilind kir û got: “Jinan li dijî dîktatoriya Erdogan her demê têkoşîna xwe di asta herî jor de dide û wê bide jî. Em Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, xwedî li berxwedana dîrokî ya jinan derdikevin, pêşxistina lêgerîna azadiyê ya li her qadê weke erkekê dibînin.

Jinên Kurd di pêvajoya 4 mehan de di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ li her cihê cîhanê 235 hezar û 272 hezar îmze kom kirin. Li gel dosyaya ku sûcên dîktator Erdogan li xwe digire ji bo darezandina Erdogan, serlêdanên pêwîst ji bo Neteweyên yekbûyî û saziyên navneteweyî hatine kirin.

TJK-E diyar kir ku Erdogan ji hemû sûcên li her derê li hember jinan kirî berpirse û got: “Dîktator Erdogan di serî de ji qetilkirina jinên li Tirkiye, Bakurê Kurdistan, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriye, Başûrê Kurdistan û dîsa Şengal û Mexmûrê ku bi ferman, gotin û biryarnameyên îmzekirin û sûcên li dijî civakê kirî berpirs e.”

TJK-E’yê destnîşan kir ku li gorî normên hiqûqa navneteweyî divê dîktator Erdogan ji ber sûcên der mirovî û qirkirinên bê darezandin têra xwe sedem hene. TJK-E’yê got: “Her çendî îro Erdogan xwe li pişt sifetê serokkomariyê biveşêre jî, demê wî qediyaye û êdî divê ji aliyê hemû gelên cîhanê ve bê dîitn ku dîktatoreke ku divê cezayê heqkiriye bigire.”

‘DIVÊ QATILÊ JINAN BÊ DAREZANDIN’

TJK-E’yê anî ziman ku heta niha hiqûqa navneteweyî ya li hember qetlîam, cînayet, destavêtin-destdirêjî, bûyerên şidetê, rehîngirtina bi hezaran siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û aktivîstan ên di tevahî pêvajoya desthilata dîktator Erdogan de bêdengmayîna wan di warê dîroka mirovahî û edaletê de şermeke mezin e. Ev yek heman demê de tê wateya bûna hevparê sûc. Tam di vê nûqteyê de divê saziyên hiqûqa navneteweyî hemû astengiyên li pêşniya darezandina dîktator hene rakin, pêwîstiyên guherînên hiqûqî bike, li ser esasê avabûna xwe, xwe ji nû ve bide nasîn, pêk bîne qatilê jinan Erdogan bidarezîne.

TJK-E’yê wiha domand: “Me xwest ku bi vê kampanyaya xwe em bibin dengê bi sedan jinên ku bi destê dewlet û çeteyên wê hatîn qetilkirin. Ji berî destpêkirina kampanyaya me ya, ‘100 sedem ji bo darizandina dîktator’ bi zêdahiya 100 hezar îmzeyî kom kir.

Bi têkoşîndayîna hiqûqî em ê pêngava xwe ya duwem a kampanyayê bidomîn in. Kampanyaya xwe ya ‘100 sedem ji bo darizandina dîktator’ li ser du bingehan em ê bidin domandin. Ji bo ronîkirina qetlîama Parîsê û darizandina sûcbaran em ê têkoşîna xwe bidomîn in. Heman demê têkoşîna xwe ji bo jinên li Efrînê hatîn revandin, rastî tecawûzê hatîn û jinên hatîn qetilkirin bidomîn in.

Di vê çarçoveyê de em weke Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê, dema parastina civaka azad û jina azad e’ hîn mezin bikin û birêve bibin. Di çarçoveya pêngava me de, wê têkoşîna me bê navber li dijî tecrîd, qirkirin, faşîzm û dagirkeriyê bidom e. Li ser vê bingehê li her cihê ku em bi rêxistin kirî li qadan bin û di nava çalakiyan de bin.

Bi vê wesîleyê em hemû jin, rêxistin, meclis, komîn, însiyatîf û komîteyên di bin banê TJK-E’yê de rûxmê şert û mercên şewbê ji bo kampanya bi serkeftî bigehije armanca xwe ked dayîn û hemû kom û tengerên jinan ên li çar parçeyên cîhanê piştevaniya me kirîn silav dikin. Em hemû jinên ku di nava vê xebatê de ked dayîn silav dikin.

Li ser vî bingehî em weke Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa dibêjin wê sedsala 21. bibe sedsala jinan, li dijî qirkirina jinê parastina Jina Azad û Civaka Azad dikin! Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşîna li dijî faşîzm, zayendîparêzî, tecrîd, dagirkerî, nijadperest û paşverûtiyê mezin bikin. Bila em jibîr nekin ku wê faşîzm winda bike, jin qezenc bike.”

Piştî daxuyaniya hatî xwendin, jinên ji Tevgera Jinên Kurd ên Rojava, FEDA, PDA, Ni Uno Menos û FÎST’ê axaftin kirin.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.