TJK-E: Heta ku li Îmraliyê hevdîtin pêk were, em li qadan bin

TJK-E bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, bila dakevin qadan.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rêber Apo 22 sal in di bin tecrîd û êşkenceyeke mezin de ye. Li girtîgeha Îmraliyê herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de parêzer bi Rêber Apo re civiyane û di 27’ê Nîsana 2020’an  de cara pêşîn mafê telefonê hatiye bikaranîn.

Îmrali ne girtîgehek e, pergaleke tecrîd û êşkenceyê ye, li Îmraliyê hiqûq tune. Di 14’ê Adara 2021’an de derbarê jiyana Rêber Apo li ser medyaya dîjîtal parvekirin têkirin.

Derbarê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo tu agahî nayên stendin. Li hemberî van êrîşan sazî û dezgehên navneteweyî jî bêdeng in û ev jî diyar dike ku şirîkê van êrîşan in.

Em Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji bo rakirina vê tecrîdê û azadiya Rêbertiya em, têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Li hemberî rejîma faşîst a AKP û MHP’ê em ê her roj li qadan bin. Jin di serî de em bang li gelê xwe dikin ku heta hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re pêk were, em daketin qadan û çalakiyan bikin.”