TJK-E: Em sibe li ber PE'yê berxwedanê geş bikin

TJK-E'yê, ji bo çalakiya li ber Parlamenta Ewropayê (PE) ya 24'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, berxwedêrên greva birçîbûnê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyariyeke dîrokî dane ser milê xwe.

TJK-E'yê bal kişand ser rîska li ser jiyana berxwedêran û diyar kir, "Gelê Kurd biryardariya xwe ya di berxwedanê de careke din bi rengekî vekirî nîşan daye. Berxwedana grevên birçîbûnê di heman demê de bandoreke mezin li raya giştî ya dinyayê kiriye û derbeke giran li faşîzma li Tirkiyeyê xistiye."

'DIVÊ SAZIYÊN EWROPAYÊ TAVILÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, di serî de Konseya Ewropa û CPT, hikumet û saziyên Ewropayê yên li pêşberî vê berxwedanê bêdeng in, hevparê sûc in û hate gotin, "Bêdengiya li pêşberî vê berxwedana mafdar, qebûlkirina tecrîd û faşîzmê ye. Pejirandina kiryarên li dijî mirovahiyê ye. Divê CPT, Konseya Ewropa û saziyên Ewropa hemû tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

TJK-E'yê destnîşan kir, berxwedêrên greva birçîbûnê û jin û gelê Kurd ên li dora berxwedanê bûne yek, heta ku encamê werbigirin û dawî li tecrîdê bînin wê çalakiya xwe bidomînin. Em bang li CPT, saziyên Ewropayê û hikumetên Ewropayê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û helwestê nîşan bidin."

'EM DI ÇALAKIYA SIBE DE BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN'

Di dawiya daxuyaniyê de TJK-E'yê ji bo çalakiya sibe bang kir: "Bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, di serî de jin em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku 24'ê Hezîranê roja Çarşemê li ber Parlamenta Ewropayê tevlî çalakiyê bibin. Divê gelê me di vê çalakiyê de dengê berxwedêran bilind bike û berxwedanê geş bike."