TJK-E, ji bo mîtînga 5'ê Nîsanê ya li ber avahiya CPT a li bajarê Fransa Strasboûrgê banga tevlîbûna girseyî kir. TJK-E diyar kir, ku weke jinên Kurd ew dixwazin heyetek ji CPT derhal biçe Îmraliyê.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn, ev 6 meh in yekemcar di vê astê de êrîşên qirkirinê yên dewleta AKP'ê û hêzên taybet li hemberî gelê Kurd tên kirin. Di daxuyaniyê de ragihand, gelê Kurd ji her demê bêhtir di nava rewşeke bi vî rengî ya şer de berxwedana xwe mezin kiriye û hat destnîaşnkirin, bi îlana xwerêveberiyan re hewl tê dayîn sîstema paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih were anîn.
TJK-E diyar kir, dewleta AKP'ê, di 5'ê Nîsana par de bi dijwarkirina tecrîda li ser Ocalan û meşandina komkujiyên li hemberî îlanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê, dest bi pêkanînên faşîst û qirkirinê kiriye û wiha dewam kir: "Li hemberî vê yekê gelê Kurd bi jin û ciwanên xwe re, bi ruhekî ji serhildanên salên 90'î bilindtir, têkoşîna xwerêveberiyê û avakirina jiyana azad kûr kir. Hewl tê dayîn di nava rewşa şer de şoreşê di nav şoreşê de pêk bîne û sîstema jiyaneke rêxistinbûyî ava bike.
Bêguman Rêberê me çawa ku bi mesaja aştiyê ya Newroza 2013'an re aktorê bingehîn û temînata aştiyê ya çareseriya pirsgirêka Kurd bû, îro jî ji her demê bêhtir mûxatab e. Ji ber mercên tecrîda şidandî, ku ev saleke didome, şer giran bû.
Di rojbûna 67. a Rêberê Gelê kKurd Abdullah Ocalan de weke jinên Kurd em bi biryar in, ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind û sîstema Îmraliyê parçe bikin. Çalakiyên me wê bênavber bidomin.
Weke jinên Kurd em ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dixwazin derhal heyetekê bişîne Îmraliyê.
Em dixwazin, wehşeta li Bakurê Kurdistanê hatiye kirin ji aliyê meqamên navneteweyî ve weke qirkirinekê bê dîtin.
Ji bo mîtînga TJK-E ya 5'ê Nîsanê ya li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a li bajare Fransa Strasboûrgê ya bi şiyara 'Jin ji bo azadiya Rêberê xwe û azadiya xwe çalakiyê lidar dixe", bang li hemû jinên Kurd kir ku bi xurtî tevlî bibin."