TJDE: Ji komkujiya li Manîsayê dewlet û kapîtalîzm berpirsyar e
TJDE, nerazîbûn nîşanî komkujiya karkeran a li Manîsanê da û destnîşan kir ku ji vê komkujiyê dewlet berpirsyar e.
TJDE, nerazîbûn nîşanî komkujiya karkeran a li Manîsanê da û destnîşan kir ku ji vê komkujiyê dewlet berpirsyar e.
Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (TJDE) der barê komkujiya karkeran a li Manîsayê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev 'qezayên' ku bi giranî karker sûcdarê wan tên dîtin, bi destê dewletê û bi rêya medyayê bi civakê re hatiye qebûlkirin. Mîna duh li Somayê rû da, di her komkujiyê de hêrsa qezenca zêde bi gotina 'Teqdîra Xwedê ye' tê nixumandin û her xemsarî weke 'qezaya nedihat xwestin' tê nîşandan." TJDE diyar kir ku karkerên çandiniyê yên demsalî, ji bo pereyê pariyek nan neçar tên hiştin di nava şert û mercên bê sîgorta û ewlekariyê de bixebitin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Mînak; piraniya mirovên jiyana xwe ji dest dane karkerên jin in. Hebûna jin û zarokan ku tevî xebata di nava mercên herî dijwar û ne ewle keda wan tine tê hesibandin, ancax miriyên wan tên qebûlkirin. Sûcên wan xizanbûyîna wan e."
'BERPIRSYAR DEWLET Û KAPÎTALÎZM E'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta ku bûyerê weke xemsarî û nezantiyê nîşan dide, yekane berpirsyar û sûcdarê qetilkirina van karkeran e. Ya li Manîsayê qewimî ne qeza ye, komkujiyeke nû ya sîstemê ye ku bi xizantiyê pêk aniye. Berpirsyar dewlet û kapîtalîzm e."