TJA’yê serdana malbata Denîz Poyraz kir

Jinên TJA’yî ku serdana malbata Denîz Poyraz kirî got, “Em ê civaka ku Denîz xeyala wê dikir biafirînin.”

Endamên Tevgera Jina Azad (TJA) çûn serdana malbata Denîz Poyraz ya xebatkara rêxistina navçeya Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû û di êrîşa li ser navendê jiyana xwe ji dest dabû. Şandeya TJA’yê ku parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî di nava wan de bû, destpêkê serdana avahiya partiyê kirin. Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Hevseroka Bajêr Besriye Tekgur û endamên Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê ya Îzmîrê şande pêşwazî kirin.

Di serdanê de Dayîka Aşitiyê Peyrûz Kûrt axivî, êrîş şermezar kir û soza domandina têkoşîna Poyraz da.

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî diyar kir, “Em dizanin bê ka qatil û yên pişta wî digirin kî ne. Qetilkirina Poyraz ne jixweber û ne tesadufî ye. Dilê hevala me Denîz ji bo azadiyê lê dida. Em ê hesabê qetlîamê bipirsin. Wê qet nekaribin vîna jina Kurd bişkînin. Her ku êrîş zêde bibin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”

‘EM Ê CIVAKA KU WÊ XEYAL DIKIR BIAFIRÎNIN’

Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay jî got, “Eger hemû jinên li Tirkiyeyê li dora têkoşîneke hevbeş bibin yek em ê bikarin jiyanek a ku tê de Denîz û yên wek wê nemirine ava bikin.” Kemalbay bal kişande ser girîngiya cihê têkoşîna Dayîkên Aşitiyê û Dayîkên Şemiyê ya di têkoşîna jinê de û ragihand, “Dayîkên me tevî ku xizmên xwe wenda dikin hê jî dibêjin ‘aşitî’. Dayîka Fehîme li beramberî wendakirina Denîz got ‘bila şehadeta Denîz bibe wesîleya aşitiyê’. Em li hemberî vê hişmendiya zilam û milîtarîst xwedî vîna avakirina jiyaneke nû ne. Yê pêşengtiya wê bike jî em jin in. Em ê civaka ku Denîz xeyal dikir biafirînin. Ji bo vê em ê têbikoşin.”

Şande piştî ku destegul danî cihê ku Denîz lê hatibû qetilkirin çûn serdana malbatê ya li Kadîfekaleyê. Dayîka Fehîme Poyraz, Bav Abdullah Poyraz û endamên malbatê şande pêşwazî kirin. Şandeyê diyar kir ku ew piştevaniya malbatê dikin. Endamên Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê yên di şandeyê de cih digirtin çîçek dan dayîka Fehîme Poyraz û ew endama Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê îlan kirin.