TJA'yê Sema Yuce bi bîr anî

TJA'yê Sema Yuce bi bîr anî û got, ''Sema Yuce, felsefeya azadiya jinê, rêbaza wê, helwesta wê nîşan daye''.

Tevgera Jinên Azad (TJA) Semya Yuce (Serhildan) ku 21'ê Adara 1998'an li Girtîgeha Çanakkalayê Newrozê bedena xwe dayî ber êgir û 17'ê Hezîrana 1998'an şehîd bûyî, bi bîr anî.

'HERÎ PIR BANDOR LI SER JINAN KIR Û HERÎ PIR JINÊN KURD LI BER XWE DAN'

TJA'yê di daxuyaniyê de got polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Kurdan a înkar, îmha, bêcihûwarkirinê, bênasnamekirinê herî pir bandor li ser jinan dike û yên ku herî pir li ber vê berxwe didin jinên Kurd in. TJA'yê got, ''Têkoşîna azadiya jina Kurd ya ku bi hezaran şehîd dane û giyanekî fedayî derxistine holê, îro li li cografyaya Rojhilata Navîn pêşengiya berxwedanê ya li dijî hişmendiya zilamsewer dike.''

'PIREKE JI ÊGIR'

Bi berdewamî hate gotin, ''Sema Yuce bi bedena xwe ya ku ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê ya şewitî hem pireke ji êgir çêkiriye û hem jî yekîtiya di navbeyna 8'ê Adarê ku rojbûna jinan e û hem jî ya Neworzê, ku rojbûna gelê Kurd e, daniye holê'' û hate domandin, ''Li dijî zextê, êşkenceyê, bêparmane ji mafên girtiyan, li dijî polîtîkayên kêmkirina jinê û teslîmgirtinê, li zindana Çanakkaleyê jiyana xwe feda kiriye, bi vê hem li dijî nêzîktêdayina mêrê Kurd ê desthilatdarîxwaze, yê teslîmgir, hem jî li dijî polîtîkayên nîjatperest, zayendîperest ên dewletê, felsefeya azadiyê ya jinê, rêbaza têkoşînê û helwesta wê nîşan daye.''

TJA'yê Sema Yuce û hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi bîr anî û got, ''Em ê ji bo azadiya jinên Kurd û hemû jinên Rojhilata Navîn heta dawiyê têbikoşin.''