TJA'yê êrîşên li Qoser û Gebzeyê şermezar kir

TJA'yê li ser êrîşên li Gebze û Qoserê got, "Em wan kiryarên li dijî mirovahiyê yên ku li dijî dayikên bi xavikên spî yên aştiyê hatine kirin qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) êrîşên li Gebze û Qoserê yên li dijî dayikan hatin kirin, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dayikên aştiyê yên li ber Girtîgeha Gebzeyê nobedê digirin, hebûnê li dijî faşîzmê, aştiyê li dijî şer, pîrozmendiya jiyana civakî li dijî şîdet û zilmê diparêzin.

TJA'yê diyar kir, kiryara li dijî mirovahiyê ya li dayikên aştiyê hate kirin, rûyê qirêj ê dewletê careke din nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, heman şîdeta polîsan doh li Qoserê di dema daxuyaniya çapemeniyê de li dijî dayikên aştiyê hate kirin û hate diyarkirin, "Êrîşa vê zîhniyeta faşîst, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Di vê qonaxa krîtîk a grevên birçîbûnê de dayik bi xavikên xwe yên spî yên aştiyê hewl didin pêşî li mirina mirovan bigirin û dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin. Bi navê Tevgera Jinên Azad, em kiryarên li dijî mirovahiyê yên li dijî dayikan hatine kirin qebûl nakin, şermezar dikin û ji bo darizandina berpirsyaran banga mezinkirina berxwedanê dikin."