TJA: Nesrîn Sotudeh demildest divê were berdan

Tevgera Jinên Azad (TJA) xwest ku parêzer Nesrîn Sotudeh, parezvana mafê mirovan ku li Îranê girtiye, were berdan.

TJA'yê ji bo parêzer Nesrîn Sotudeh ku 38 ceza lê hatiye birîn, bang ki ku her kes lê xwedî derkeve.

TJA'yê got jinên ku li dijî pergala zextê û newekhev li her zemînê serî radikin û têkoşîna azadiyê didin, cezayên herî giran li wan tê birîng û got,''Ji ber ku jinên ku li dijî destmalê çalakî dikirin û siyasetmedarê muxalîf diparast, 38 sal cezayê girtîgehê û 148 qamçî li parêzer û parêzvana mafê mirovan Nesrîn Sotudeh hate birîn.''

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''Em TJA li têkoşîna  hemû jinên ku li Rojhilata Navîn li dijî zext û êrîşên hişmendiya zilam serwer disekinin, xwedî derdikevin. Em destekê didin kampanyaya îmzeyê ya bi navê 'change.org' a ji bo Nesrîn Sotoudeh û bang li her kesî dikin ku destekê bidin. Nesrîn bê şert û merc demildest divê were berdan.''