TJA: Gotina dawî berxwedêr dibêjin!

TJA'yê diyar kir ku berxwedan dîsa bi serketinê bi encam bû, muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din teqez bû.

Tevgera Jinên Azad (TJA), di derbarê serketina berxwedanên grevên birçîbûnê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Îro, careke din dîrok bi rastiya 'Gotina dawî berxwedêr dibêjin' re rûber bû. Careke din bi vê berxwedanê hate teqezkirin ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar û Ugur Şakar bedena xwe kirin mertal û bûn xwedî vê berxwedanê."

'EM BERXWEDANA DAYIKAN SILAV DIKIN'

Di daxuyaniyê de rista berxwedana dayikan jî hate destnîşankirin û wiha dewam kir, "Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, carekê bi birayê xwe re, 2 car bi parêzeran re hevdîtin kir. Her wiha şandeyeke CPT'yê bi birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtin pêk anî. Divê bê zanîn ku berxwedêran bi banga birêz Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Careke din teqez bû ku birêz Ocalan muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Di vê pêvajoya berxwedanê de, em berxwedana dayikan a ku li tevahiya cîhanê bandor li her kesî kir, silav dikin. Em tecrîdê ku komkujiyeke li dijî jinê ye, ti carî qebûl nakin û em ê heta dawî li dijî wê tebikoşin.

Em careke din bibîr dixin ku tecrîda Îmaraliyê, ne tenê tecrîda li ser kesekî ye; di kesayetiya birêz Ocalan de li ser hemû gelên Kurdistan û Tirkiyê tê pêkanîn e. Em ê di dorhêla peyama birêz Ocalan û banga Leyla Guven û hevrêyên girtî ya mezinkirina têkoşînê de bi biryardarî têbikoşin û dilsozê wê bin."

'HETA AŞTIYEKE BI RÛMET...'

TJA'yê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî; "Ji niha û şûnde jî, heta ku tecrîd bi giştî rabe û çareseriyeke mayînde ya demokratîk pêk were, em bang li her kesî dikin ku têkoşînê bilind bikin."