TJA: AKP cenaze û goristan kiriye hedef

Tevgera Jinên Azad (TJA), derxistina cenazeyan û xerakirina Goristana Gerzan a 267 gorên endamên PKK’ê lê hene şermezar kir û bang li civakê kir ku di vî warî de bihistyar bin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), derxistina cenazeyan û xerakirina Goristana Gerzan a 267 gorên endamên PKK’ê lê hene şermezar kir û bang li civakê kir ku di vî warî de bihistyar bin.

Li dijî Goristana Xerzanê ya li herêma Oleka Jor ku 267 cenazeyên endamen PKK'ê lê hene êrîş pêk hatibû. Cenaze ji goristanê hatibû revandin. Tevgera Jinên Azad (TJA), êrîşa li dijî Goristana Xerzan û derxistina cenazeyan a ji gorê şermezar kir. TJA'yê têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî weşand û wiha got: “Faşîzma AKP'ê, sînorê hemû sinc û nirxên mirovahiyê derbas dike. Wê di dîrokê de bibe wekî partî û dewleteke ku sinc û nirxên mirovaniyê nas nedikir.

Polîtîkayên AKP'ê yên cenaze û goristanan dike hedef, êrîşî nirxên civakê dike. Di hemû bawerî û çandan de cenaze nirxên herî pîroz yên civakan in. AKP, êrîşî hemû nirxên civakê û pîrozweriyên civakê dike. Bi faşîzma kor êrîş dike. Destûr nade ku cenaze bên şuştin û definkirin. Cenazeyên ku tên definkirin jî rastî êrîşê tên. Destûr nadin şinê jî dînin. Ev yek di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin. Yekem car di serdema îktîdara AKP'ê de tê dîtin. Yekem car di serdema AKP'ê de cenazeyên hatine definkirin, tên derxistin.

Bi qasî di çapemeniyê de hat dîtin Goristana Xerzanê kirine hedef. Hemû cenaze bêyî malbatên wan ji goristanê hatine derxistin. Em vê yekê şermezar û nalet dikin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li dijî vê êrîşê dengê xwe bilind bikin."