BI DÎMEN

Li Hamburgê meş: Em ê her cihê veguherînin qada berxwedanê

Li Hamburgê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekî hatin protestokirin û ev bang hate kirin, “Her cihê veguherînin qada berxwedanê.”

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê êrîşên dagrikeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava bi meşekî hate protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi dirûşmeyan ji stasyona Wilhelmburg Stubenplatzê heta stasyona Wilhemburgê dewam kir.

Girse pankartên bi nivîsa TurkischenAngriffskrieg und Dachihadisten stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution” û alên TEV-DEM’ê vekirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan”, “Deutschland finanziert Turkei bombardert”, “Biji berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Li ser nave TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi qilifa SMO’yê bi DAÎŞ’ê komkujiyên sivîlan dike.

Mêrdîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û SMO’yê sûd ji bêdengiya hêzên navneteweyî digrin û wiha got: “Dema mijar dibe Kurd û destkeftiyên wan saziyên navneteweyî û mafên mirovan bêdeng dimînin. Tu tirsa me tune ye, ji ber vê her derê veguherînin qada berxwedanê, piştgiriya berxwedana Rojava bikin.”

Meş li stasyona Wilhelmburgê bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.