Polîsên Tirk zêdeyî 40 kesan bi êşkenceyê binçav kirin
Polîsên Tirk êrîşî girseya ku operasyona qirkirina siyasî ya li dijî ESP, SKM Û SGDF’ê protesto dikirin, kirin û zêdeyî 40 kesan bi êşkenceyê binçav kirin.
Polîsên Tirk êrîşî girseya ku operasyona qirkirina siyasî ya li dijî ESP, SKM Û SGDF’ê protesto dikirin, kirin û zêdeyî 40 kesan bi êşkenceyê binçav kirin.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo protestokirina operasyona qirkirina siyasî ya ku duh siharê hat kirin û 40 kes hatin binçav kirin, li pêşiya Operaya Surreya ya li Kadikoyê li hev civiyan. Polîsên Tirk beriya destpêkirina çalakiyê girseyê dorpêç kirin û zêdeyî 40 kesan bi êşkenceyê dorpêç kirin.
Girseyê bi dirûşmeyên “Binçavkirin, girtin, zext nikarin me biçewisînin”, “Bijî piştevaniya şoreşgerî” bersiv da êrîşa polîsan.
Parlementerên DEM Partiyê ya Stenbilê Çiçek Otlû û Kezban Konûkçû û gelek sazî û partiyên siyasî piştgirî dan.
Girseya ku piştî binçavkirinê li derveyî dorpêçê man û gelê li derdorê bertek nîşanî binçavkirinan dan û dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berzkirin. Polîsan nehiştin ku kedkarên çapemeniyê dîmen bigirin.