Meşa Dirêj a ku di çarçoveya ‘Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ li bajarê Lorient ê Fransayê hatî destpêkirin, bi coşeke mezin berdewam dike.
Meşa Dirêj îro di roja xwe ya 2’yemîn de li bajarê Vannes ê Fransayê hate destpêkirin.
Meşvanên ku li pêşiya Şaredariya Vannesê li hev civiyan, li vir daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Çalakvanan diyar kir ku wan bi şîara ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ meşa xwe dane destpêkirin û dan zanîn ku azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê girêdayî hev in û heya ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe wê tu kes azad nebe.
Çalakvanan bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û ev yek anîn ziman: ‘’Ev pêvajo ne pêvajoya sistbûn û bendewariyê ye, berovajî wê pêvajoya mezinkirina berxwedan û têkoşînê ye. Hewce ye em destê Rêber Apo xurt bikin û encameke bi dest bixin.’’
Çalakvanên ku piştî daxuyaniyê dest bi meşa xwe kirin, li ser rêya xwe bi rêxistinên civakî û partiyên siyasî re hin hevdîtin pêk anîn û têkildarî dîlgirtina Rêber Apo ya derqanûnî û sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û li hemû Kurdistanê dike, dosyayek pêşkêş kirin.
Çalakvanan têkildarî bîyografiya Rêber Apo û tecrîda Îmraliyê bi sedan danezan jî belav kirin.
Her wiha di dema hevdîtin û belavkirina danezanan de ji bo tevlîbûna mitîng û meşa mezin a ku wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê werin lidarxistin bang hatin kirin.
Meş wê sibehî li bajarê Nantes ê Fransayê berdewam bike.