BI DÎMEN

TEV-ÇAND’a Swîsreyê Bavê Teyar bi bîr anî

Endamên TEV-ÇAND’a Swîsreyê di şexsê şanogerê Kurd ê navdar Bavê Teyar de hemû şehîdên Bendava Tişrînê bi bîr anîn û peyama, “Tevî dijmin jî em ê Rojava bikin bihuşt” dan.

Endamên TEV-ÇAND’a Swîsreyê li bajarê Lenzbourgê bi daxuyaniyekê şanogerê Kurd ê navdar Bavê Teyar û şehîdên Bendava Tişrînê bi bîr anîn. Daxuyanî li Mala Kurdan a Aarauyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Derhêner Giyasettîn Şehîr ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê Kurd ê ku girêdayî fikr û ramanên Rêber Apo li ber xwe dide û bi cesaret û fedekariya xwe li Rojhilata Navîn weke rojê bilind dibe, ditirse. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk temsîliyeta her cure xirabî, paşverûtî, cinayet, dagirkerî û zulmê dike. Ev hêza newêrek, bi tank, top û balafirên xwe yên şer êrîşên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Hemû rêgez û qanûnan binpê dike. Li pêş çavên hemû cîhanê sivîlan qetil dike û zirarê dide bîna û tesîsên binesaziyê.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Rojava li Bendava Tişrînê têkoşîneke bêhempa dide meşandin û wiha hate gotin: “Di encama êrîşên dawîn ên dewleta dagirker de li Bendava Tişrînê bi dehan welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn. Yek ji wan şehîdan jî şanogerê navdar ê Kurd Bavê Teyar bû. Bavê Teyar kenê zarokatiya me bû û dengê dil û ramanên me bû. Em bi hev re keniyan, me bi hev re hîs kir û bi hev re giriyan. Bavê Teyar, hemû jiyana xwe bexşandibû welatparêziyê. Bi hunera xwe têkoşiya û tu caran ji vê yekê tawîz neda. Di xebatên xwe de hemû caran çalak û afirîner bû. Ew cangoriyê ax, welat û gelê xwe bû.”

Di daxuyaniya ku di şexsê Bavê Teyar de hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn de, êrîşên dewleta Tirk ên derexlaqî jî hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de peyama, “Bila soza Bavê Teyar soza me be. Tevî dijmin jî em ê Rojava bikin bihuşt” hate dayîn.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.