TJK-F’yê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li bajarên Parîs, Marsîlya, Strasboûrg, Reîms û Bordeaûxê banga tevlîbûna çalakiyan kir.

TJK-F’yê bi daxuyaniyeke nivîskî di serî de bang jinan hemû gel û dostên Kurd ên welatparêz kir ku ji bo parastina Rojava di 25 û 26'ê Çileyê de li gelek bajarên Fransayê dakevin qadan. 

TJK-F’yê got, "Ev demeke dirêj e li derdora Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin. Dewleta Tirk a faşîst li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava, li pêş çavên tevahiya cîhanê sivîl, jin, ciwan û şervanên ji bo xaka xwe şer dikin, hedef digire û qetil dike. Li dijî xakên ku gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen û Ermenî bi hev re lê dijîn, bi awayekî dijminane êrîş dike.” 

TJK-F’yê, diyar kir ku felsefeya Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Reber Apo ve hatiye pêş xistin, ji bo gelên Sûriyeyê yên rastî komkujiyên rejîma Esad û DAÎŞ’ê hatine, bûye mînaka şert û mercên jiyana aştiyane û destnîşan kir ku tê xwestin felsefeya jiyana hevpar bê fetisandin.

TJK-F’yê, da xuyakirin ku cîhan li pêşberî van êrîşan bêdengiya xwe diparêz e wiha dewam kir, “Rêgezên şer tine dihesibînin û bêyî navber dibistan, nexweşxane, cihên îbadetê, ambar, depoyên avê û bendavan bombebaran dikin. Bêdengiya heyî rê li ber êrîşên mezintir vedike. Weke Tevgera Jinên Kurd a Fransayê TJK-F’yê em bang li dewletên Ewropayê dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê helwestê nîşan bidin. Divê bê zanîn em û gelê Kurd ê welatparêz ê li Ewropa dijîn li ku derê bin, em ê li dijî faşîzmê ya ku destketiyên gelê Kurd hedef digire di nav berxwedaneke domdar de bin!

Pir zelal e ku ev êrîş ne tenê li dijî destketiyên li Rojava, li dijî tevahî gelê Kurd û bi taybetî şoreşa jinê tê kirin. Roj roja xwedîderketina li Rojava û destketiyên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ew roj e ku divê jin û ciwan bi berxwedanê rabin ser piyan."

TJK-F’yê, di serî de bang li jinan, hemû gelê Kurd ê welatparêz û dostên wan kir ku bi ruhê seferberiya Kobanê beşdarî çalakiyên 25 û 26'ê Çileyê bibin û destketiyan biparêzin û piştgiriya bi gelê Rojava re nîşan bidin.

Dem û cihên çalakiyan bi vî rengî ne:

PARÎS
Dîrok: 25 Çile
Saet: 14.00
Cih: Place de la Rêpublîque

*
MARSÎLYA
Dîrok: 25 Çile 
Saet: 13.00
Cih: La Canebiêre

*
STRASBÛRG 
Dîrok: 25 Çile
Saet: 16.00
Cih: Place Klêber

*
REIMS
Dîrok: 25 Çile 
Saet: 18.00
Cih: Pêşiya Garê

*
BORDEAÛX
Dîrok: 26 Çile
Saet: 14.00
Cih: Stalîngrad