QSD'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê nasnameya 7 şervanên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanên xwe yên di berxwedana li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bene eşkere kir. 

Di daxuyaniya QSD'ê de wiha hate gotin: "Em sersaxî ji xwe û ji malbatên her 7 şehîdan re dixwazin. Ev şervan li eniyên berxwedanê yên li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li dijî DAÎŞ`ê tê koşiyane, gihîştin asta şehadetê. Em soz didin gelê xwe ku çawa li hember DAÎŞ`ê bi serketin dê di berxwedana li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi ser kevin. Em ê rêya şehîdên xwe bidomînin û xewnên şehîdên xwe pêk bînin."

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Nasnav: Amanos Xezînî

Nav û paşnav: Oso Mehmûd Bekî

Navê dayikê: Hiyam

Cihê ji dayikbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê, 11`ê Kanûna 2024`an.

Nasnav: Dijwar Xezînî

Nav û paşnav: Riyad Şukrî Bekî

Navê dayikê: Îde

Navê bav: Şukrî

Cihê jidayikbûnê : Xezînî

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê. 11`ê Kanûna 2024

 Nasnav: Sarût

Nav û paşnav: Omer Ezîz El Eliyan

Navê dayikê: Foza

Navê bav: Ezîz

Cihê ji dayikbûnê: Derenc

Cih û dîroka şehadetê: Derenc, 20`ê Çileya 2025

 

Nasnav: Şoreş Xezînî

Nav û paşnav: Mihemed Mehmûd Bekî

Navê dayikê: Hiyam

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê. 11`ê Kanûna 2024

 

Nasnav: Agirî Hesekê

Nav û paşnav: Mehmûd Mihemed El Ezawî

Navê dayikê: Ehlam

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Aliya, 15`ê Çileya 2025

  

Nasnav: Dêrsim Hesekê

Nav û paşnav: Ehmed Hemîd Yasîn

Navê dayikê: Emşe

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: nexweşxane, 21`ê Çileya 2025

 

Nasnav: Ehmed Omer Qarî

Nav û paşnav: Ehmed Omer Qarî

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Omer

Cihê jidayikbûnê: Kobanê-Yarmaz

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, çiyayê Berkel, 19`ê Çileya 2025ˋan