BI DÎMEN

Jin li hemberî dagirkeriyê ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan 

Jinên li navçeya Pirsûs a Rihayê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev civiyan, ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan.  

Piştî forûma bi navê; "Em şoreja jinan a Rojava diparêzin" ku li Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê hate lidarxistin, bi pêşengiya jinan meşek hate lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, parlamenterên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Şanoya Bajêr a Amed, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê, Komeleya Çand û Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. 

Meşa li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Pirsûsê dest pê kir û tevî hewldanên polîsan ên astengkirinê jî bi berzkirina dirûşmeyên weke; "Bijî berxwedana Rojava", "Bi can bi xwîn em bi te re ne Rojava", "Jin jiyan azadî", "Rojava wê dawiya faşîzmê bîne" û "Bi têkoşînê em ê ser bikevin" û bi çepik û tîlîliyan heya qada nobedê berdewam kir. Her wiha di meşê de pankartên "Em şoreşa jinan a Rojava diparêzin’" û "Rojava şoreşa me ya Jin jiyan Azadî ye, Rojava teqez nakeve" hatin hilgirtin. 

'DEWLETA TIRK SERÎ LI RÊBAZÊN DERMIROVÎ DIDE'

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di çalakiyê de axivî û di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku êrîşên li ser Rojava ne nû ne û ev yek anîn ziman: "Di sala 2014’an de gelan li vir parastina Rojava kir. Îro jî em bi hema hest û biryardariyê parastina Rojava dikin. Em dizanin bê ka 33 ciwanên  ji bo ku derbasî Kobanê bibin, hatin Pirsûsê çawa hatin qetilkirin û em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Li rojava modela jiyana wekhev û azad tê avakirin. Ev yek ji aliyê hemû cîhanê jî tê dîtin. Ji ber vê yekê çavê her kesî li ser Kobanê ye."

Turkoglû du dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên çeteyan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Êrîşên tên kirin, dermirovî ne. Rêveberiya xweser a li Rojava hatî avakirin sembola aşitî û jiyana azad e. Em ê heya dawiyê parastina wê bikin. Ji ber ku hûn vê modelê nas nakin, kaos û krîz rû didin. Rehên Şoreşa Rojava belav bûn û li seranserê cîhanê belav bûye. Êdî hûn nikarun tune bihesibînin. Em ê li hemberî êrîşên înkar û qirkirinê li ber xwe bidin."