Careke din bombe li gelê li Tişrînê barandin: Birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gelê ku li Bendava Tişrînê nobetê digrin barand.
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gelê ku li Bendava Tişrînê nobetê digrin barand.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, gelê ku li dijî êrîşan li Bendava Tişrînê nobeta berxwedanê digrin, rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.
Hate ragihandin ku êrîş bi saeta herêmî di 17:00’an de pêk hatiye û birîndar hene.
Heta niha di êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bendava Tişrînê de 20 sivîl hatin qetilkirin.