YJK-S: Em ê ji bo parastina Şoreşa Jinê li qadan bin

Jinên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, wê 25’ê Çileyê li dijî êrîşên dewleta Tirk dakevin qadan.

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S)bang li Kurdistanî û dostên wan bi taybet jinên Kurd kir ku tevlî meşa ku 25’ê Çileyê wê li bajarê Zurîhê bê lidarxistin, bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Yên ku di  Mijdara 2014’an de Şoreşa Jinê ya Kobanê hezm nekirin, îro şerê heyî firsend dibînin û êrîşî destkeftiyên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk û çeteyên wî yên ku nekarîn berxwedana QSD, YPJ û YPG’ê bişkînin, vê carê ji bo guhertina demografiya li Sûriyeyê bêyî navber herêmên Kurd bombebaran dikin û wiha hate gotin; “Em ê weke Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê destkeftiyên xwe yên ku me bi Şoreşa Kobanê re bi dest xistiye biparêzin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî qebûl nakin. Helwesta me ya li dijî vê zelal e. Em jin her roj li qadan bi ruhê Şoreşa Kobanê xwedî li Tişrîn, Qamişlo û bi tevahî Rojava derdikevin. Em ji bo her jineke ku hate qetilkirin li vir in. Em bi dengekî bilind û her roj bi hejmareke zêdetir dadikevin qadan. 

Em ê weke jinan 25’ê Çileyê ji bo Rojava, ji bo Kobanê di saet 14:00’an de li Helvetiaplatza Zurihê bin.”