BI DÎMEN

Di çalakiya pêşiya NY’ê de Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê hatin bibîranîn

Di meha 49’an a çalakiya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî de Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê hatin bibîranîn.

Çalakiya rûniştinê ya ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, di meha xwe ya 49’an de dewam dike.

Di çalakiya vê hefteyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên li dijî sivîlên ku Bendava Tişrînê diparêzin, hatin protestokirin.

Di çalakiyê de wêneyên aktivîstên Kurd ên ku Îranê cezayê darvekirinê li wan birî û şehîdên Bendava Tişrînê hatin hilgirtin. Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê Nejdet Atalay di çalakiyê de axivî. Atalay salvegera 4’emîn a çalakiya Cenevreyê silav kir. Atalay şanoger Bavê Teyar û şehîdên Bendava Tişrînê bi bîr anî û bal kişand ser berxwedana li Bendava Tişrînê dewam dike.

Atalay got ku gelê Kurd di berdêla ked û têkoşîna xwe ya bi dehan salan de dixwazin bi ziman û nasnameya xwe li xaka xwe bijîn, lê ev daxwaza wan bi êrîşên dagirkerî û komkujiyê tê astengkirin.

Atalay berxwedana muezem a gelê sivîl a li Bendava Tişrînê bi bîr xist û wiha got: “Çeteyên dagirker ku nikarin vê berxwedanê bişkînin, her roj bombe li ser sivîlan dibarînin.”

Atalay anî ziman ku hêzên navneteweyî yên ku dema mijar dibe Xeze û Filîstin dirabin, dema mijar dibe gelê Kurd bêdeng dimînin û got: “Berxwedana gelê Kurd a li dijî projeya ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn ku DYA û Îsraîlê serkêşiya vê dikin, rê li ber hevdîtininên bi Rêber Apo re vekir.”

Atalay diyar kir ku bêyî gelê Kurd aşitiyek pêk nayê û got: ‘’Aşitiya mayînde girêdayî pêkanîna analîzên Rêber Apo yên têkildarî aşitiyeke mayînde û birûmet e. Ew jî bes wê bi dabînkirina azadiya Rêber Apo pêk were.’’

Piştî axaftina Atalay daxuyaniya li ser navê Komîteya Çalakiyan a Cenevreyê hatî amadekirin,  hate xwendin.

Ji bo çalakiya navendî ya ku wê bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S)  li Qada Rathausbrucke ya li Zurîhê di saet 15.00’an de were lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

Kurdistaniyan çalakiya xwe ya rûniştinê heya saet 17.00’an domand.