Tevgera Jinên Kurd lez da xebatên hilbijartinê

Tevgera Jinên Kurd (TJK-F) li Herêma Champîngny-sûr-Marne ya başûrê rojhilatê paytexta Fransayê, li Parîsê lez da xebatên hilbijartinê.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-E) bi beşdarbûna gelek kesan ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê civîna gel lidarxist. Di civînê de stran jî hatin guhdar kirin.

Civîn ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadî û şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre pêvajoya siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê hate nirxandin. Di civînê de qala komkujiyên jinan, dagirkeriya Efrîn, hilbijartin û nêzikatiya li beramberî jinê ya li Tirkiyeyê hate kirin.

Li aliyê din di civînê ji bo xebatên dengdayinê ku li Ewropa wê 7’ê Hezîranê dest pê bike, beşdarbûna  bihevreçûyina konsolosxaneyê biryar hate girtin.

Li aliyê din banga tevlîbûnê hate kirin ji bo ‘Festîvala Jinên Cîhanê û Jinên Kurd a Rojbîn’ ku wê di 17’ê Hezîranê de were lidarxistin.

Civîn bi stranên hunermendê ciwan Diyar Mehrowî bi dawî bû.