'Têkoşîna me ya azadiya jinê wê bi ser bikeve'
Ji Fermandarê Tabûra Şehîd Serkan a MLKP'ê Hêvî Sarya destnîşan kir, ku di 8'ê Adarê de li hemû qadên têkoşînê jin bûne yek dil û bi hev re tevdigerin.

Fermandar Hêvî Sarya ji Şedadê peyam da û hemû jinên ji bo azadiyê têdikoşin silav kir.
Ji Fermandarê Tabûra Şehîd Serkan a MLKP'ê Hêvî Sarya da xuyakirin, ku di 8'ê Adarê de ew li qadan, li çeperan, qadên azad û eniya têkoşînê ne û got, "Li hemû eniyên partiya me, li hemû qadên têkoşînê, weke hevrêyên jin bi yek dilî, yek mejiyî em hene."
Sarya diyar kir, di 8'ê Adarê de ew hem bi coş in hem jî bi hêrs in û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em ê 8'ê Adarê bi coş û bi hêrs pîroz bikin. Têkoşîna me li ber afirandina serketinên nû ye. Li hemberî faşîzm û kapîtalîzmê, em ê hêrsa xwe veguherînin serketinên nû. Sala 2016'an wê bibe sala edalet, wekhevî û azadiyê.
Têkoşîna şoreşê ya li Tirkiyeyê di qonaxeke nû de ye û weke tevgereke li kolanan mezin dibe. Di vê demê de wê destekeke xurt bide berxwedana xweparastinê ya li Bakurê Kurdistanê û têkoşîna xwe mezin bike. Di serî de jinên Kurd, gelên me mora xwe datînin binê serketinên girîng. JPS Jin ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê girîng e û tê wateya xweparastina gel.
Em şervanên azadiyê yên di nava YPS Jin de şer dikin silav dikin. Em bi wan re ne. Li çeperên Rojava dema em berê tivinga xwe didin dijmin, em berxwedana wan silav dikin. Em hemû jinên têkoşîna azadiyê ya jinê mezin dike û pêş de dibe, silav dikin.
Şoreşa me ya jinê wê bi ser bikeve. Têkoşîna me ya azadiya jinê wê bi ser bikeve. Faşîzma mêtînger wê têk biçe. Em ê bi ser bikevin."