‘Têkoşîna jinan a aştî û azadiyê didome’

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand û diyar kir têkoşîna aştî û azadiyê didome.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Cîhan her sal 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wekî roja aştî, azadî û wekheviyê pîroz dikin. Beriya 170 salan mîna vê rojê jinên kedkar ên li New Yorkê li hemberî çewisandin  û tundiyê rabûn, banga wekheviya bi mêr re di heqdestî û saetên kar de kirin. Têkoşîna jinên kekdar piştî derbasbûna bi dehên salan bi ragihandina vê rojê wekê cejna jinan tacîdar bû. Danhevên mîrasa têkoşîna jinên kedkar em gihandin vê merheleyê ya ku sedsala 21'an bi sedsala jinan tê naskirin. Bi vê wesîleyê em fedakarên mezin ên ku jinan di dîrokê de li tevahî cîhanê de pêşkêş kirine bi bîr tînin.

Di demekê de ku jin bi gul û nan banga aştî û belavkirina xêrê kir, bi çek û tundiyê hatin hedefkirin. Jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe îsbat kirin ku mînakên her ber bi çav ên têkoşîn û berxwedanê ne. Lê şerê ku bi xwe re êş, zar, kuştin, revandin, destdirêjî, koçberkirin anî, barê jinan girantir kir, jin beşa herî mezin e ku fatoreya vî şerî da.

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, bi taybet, Efrîn, Girê Spî û Serêkakiyê sûcên li dijî jinan ên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têne kirin, sûcên şer û sûcên dermirovî ne. Lê ev sûc vîn û israra jinan a pêkanîna armancên wê têk nabe. Destkeftiyên ku bi saya têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin, berxwedan û serkeftinên wan ên di hemû qadan de hişt ku bibe armanca hêzên tarî û yên paşverû, armanc ji van ew e ku îradeya wan bişkînin.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê rojê, li xwe û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi vê boneyê em banga domandina têkoşîna parastina van destkeftiyan, qedexekirina tundî, dûrxistin û şikandina îradeya jinên azad dikin. Em hemû cûre zilm û bindestî red dikin, em ê têkoşîna heta pêkanîna azadî û aştiyê bidomînin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku sûcên şer ên dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên ji hemû qanûn û pîvanên navneteweyî û nirxên mirovî yên li dijî jinan dikin, bi dawî bikin. Em banga çareserkirina aloziya Sûriyeyê dikin a ku ev deh salin berdewam e û azarên jin û gelê Sûriyeyê bi dawî bikin."