TEKO-JIN 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li jinan pîroz kir û banga daketina qadan û xwerêxistinkirinê li jinan kirin
Daxuyaniya TEKO-JIN wiha ye:
“Ji bo hemû jinên têkoşer û jinên cîhanê re,
Em her sal di vê dîrokê de, 8ê Adarê de dadikevin qadan. Bi mîlyonan jin li dijî pergala baviksalar ku jinê dixe, ditepisîne, êrîş dike, taciz dike, destdirêjî dike, laşê wê weke metayan bikartîne re diherikin kolanan. Piştî "Las Tesis" êdî ji bo hemû jinên cîhanê diyar bû ku pirsgirêk pergal bi xwe ye. Ev pergal jî pergala destdirêjiyê ye, ev pergal pergala kolekirina jin e û manîpulekirina jin e.
Êrîşên li ser jin zêde dibin
Ne tenê cihanê taybetî dewleta Tirk ji beşeke ji vê pergalê ye. Êrîşên faşîzma dewleta Tirk li ser êrîşên çiyayên azad ên Kurdistanê jî bi vê pergalê re girêdayî ye. Pergala baviksalarî pergaleke wiha ye ku tehammula wî ji rexistinbûyîna jin û tekoşîna azadiyê meşandin re nîne. Jinên serê çiya dibin modela civakekî nû civakekî bê baviksalarî, civakekî bê pîvanên kapîtalîst. Ev cîhana baviksalarî ku êrîşî nirxên tevgera jin, nirxên wekî azadiya cins, serxwebûn, demokrasî û ekolojî dike. Ev nirx jî bi fikrên Rêber APO avabûn. Niha jî êrîşên ser jin tundtir dibin, ji ber ku jin xurttir dibin û baviksalarî dikeve tengasiyê!
Li Bakurê Kurdistanê pergala kujêr û faşîst a dewleta Tirk askerên xwe rêxistin dike ku jinên ciwanên Kurd tecavîz bike, vîna wan bişkîne û qetil bike. Jinên pêşeng ên li Rojava ku pêşengtiya netewa demokratîk dikin û praktîze dikin jî teybet tên hedefkirin. Li Efrînê jin tên revandin, tên qetilkirin û firotin. Bi kurtasî li tevahî Kurdistanê êrîşên hovane êdî nayên qebûl kirin!
Ji destpêka pandemiya Corona jî tundiya li ser jinê li giştî cîhanê zêdetir dibe! Êrîşên fîzîkî û pîskolojîk li Ewrûpa jî zêde bûn. Bi taybetî navenda faşîzm û kapîtalîzm jin ewqas bê nirx dibîne ku jin wekî meta, wekî sex-obje dide nasîn. Bi medyaya dîjîtal, bi reklaman, bi fîlm, mûzîk û rêzefilman ve standartên tirsnak li ser me jinên ciwan ferz dike, ku em ji bilî siyaset her tim xwe û xweşikbûna sextê bifikirin. Bi her cureyê me ji cewher, nasname, çand û welatê xwe dûr dixe ku em bi temamî bibin koleya vê pergalê. Herî zêde jî êrîş ser jinên ciwan pêk tên ji ber ku jinên ciwan motor û dînamîzmaya civakê ne, hêviya civaka azad in, ew dînamîzmê dixwazin bitepisînin.
Xwedîderketina mîrasa jinên tekoşer
Li hemberî pergalekî ewqasî rêxistinkirî divê em jî êdî têkoşîna xwe mezintir bikin, rêxistinbûna xwe firehtir bikin. Rêxistinbûna xweser û têkoşîna hevpar şaqamekî mezin li rûyê baviksalariyê ye! Ji ber ku bi vî awayî pergal nikare me ji hev qut bike, nikare perçe bike, nikare bi hesanî êrîşî me bike. Têkoşîna me xurt e! Le ji bo vî jî divê em di aliyê fîzîkî û ruhî de bên cem hev. Bi vî awayî em dikarin mîrasa Xwedawendên mezin, Xwişkên Mîrabel, Pîrebokan, Rosayan, Zîlanan û Berîtanan bidomînin. Em dikarin li Ewropa jî tola heval Sara, heval Rojbîn û heval Ronahî rakin. Em dikarin tola jinan ku bi erîşên zilamtî ve rû bi rû dimînin rakin. Em dikarin bi hev re têbikoşin, bibin çalakiyekî mezin. Di 8’ê Adara îsal de jî em dixwazin dengê xwe carekî din bi jinên cihanê re bilind bikin û bikin yek. Cîhana baviksalarî bidin cirivandin. Ji bo me 8’ê Adarê ne tenê rojekî ye. Em dixwazin her roj bikin roja têkoşîna jinan ji ber ku jin dikarin vî cîhanê biguherînin! Herî zêde me vê di têkoşîna jinên ciwan di nava FFF de dît, me di berxwedana jinên Polonya de dît, me li Şîliyê dît, li Sudanê, li Îranê, li Libnanê, li rojavayê Kurdistanê, li Heftanînê û herî dawî di serkeftina Garê de dît!
Em dibêjin NA!
Em êdî ev çanda tecavîz, ev pergala qirêj qebûl nakin! Em dibêjin NA ji çanda tecavîz re! Em dibêjin NA ji polîtîkayên qirkirina jinan re! Em dibêjin NA ji jiyan û azadiya sextê ê ku pergala kapîtalîst ji me re ferz dike! Ji bo me dem dema azadiya jinê û civakê ye. Ji ber vî em carekî din em bang li hemû jinên ciwan dikin ku tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin, ku tevlî rêxistinbûna xweser ya jinê bibin ku êdî li dijî êrîşan bêdeng nemînin. Wext hatiye em bi hev re ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo azadiya civakê, ji bo azadiya xwe têbikoşin!
Jin Jiyan Azadî!”