Stêrk: Xwerêveberî xîtabî ruhê jinê dike

Endama Kordînasyona PAJK'ê Stêrk da xuyakirin, ku jin pêşengiyê ji berxwedana xwerêveberiyê re dikin, lewma herî zêde ew hedef tên girtin.

Endama Kordînasyona PAJK'ê Stêrk da xuyakirin, ku jin pêşengiyê ji berxwedana xwerêveberiyê re dikin, lewma herî zêde ew hedef tên girtin. Stêrk got, "Divê gelê me dîroka xwe ya xwerêveberî, xweparastin û aboriya xwe, li gorî mercên roja îro bi rêk û pêk bike."

Endama Kordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê, asta têkoşîna azadiya jinê ya li çar parçeyên Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Stêrk di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û hêvî û baweriya xwe ya li ser afirandina siberojên azad bi têkoşîna azadiya jinê re, bilêv kir.

Stêrk da xuyakirin, ku di roja îro de li Kurdistanê komkujî û qirkirineke mezin diqewime û got, "Gotin têra vegotina vê wehşet û qirkirinê nake. Mirov carna hin rastiyan di hest û ramanê de dijîn. Nikarin bi têrkerî vebêjin. Faşîzmeke tund li ser kar e. Ji wehşeta çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojava û Sûriyeyê kir dijwartir, hovîtiyek tê kirin. Lê belê cîhan li pêşberî vê wehşeta dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, bêdeng û bi tenê lê temaşe dike."

'YA AZADÎ YA MIRIN!'

Stêrk diyar kir, tevî vê bêdengiya cîhanê gelê Kurd vê faşîzma dewleta Tirk a mêtînger û terora serkêşê dewletê hikûmeta AKP'ê dibîne û ev nirxandin kir: "Gelê Kurd, tevî her şêwe tef, şantaj, mirin û komkujiyan jî, li dij derdikeve. Sekna xwe ya bi serbilindî gav bi gav xurtir dike. Ev sekin li Silopiyayê di şexsê Sêvêyan, Pakîzeyan û Fatmayan, li Cizîrê di şexsê rêberê gel Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç de, di têkoşîna dayikên wan ên serbilind û hêja de, di şexsê rêvebera hêja ya ciwan Derya Koç de şênber dibe. Psîkolojî û sosyolojiyeke bi vî rengî kêm caran li cîhanê tê dîtin. Tevî ku dizane wê hêzên faşîst wan bikujin, wan qetil bikin, lê çepera xwe naterikîne, dest ji qada berxwedanê bernadin. Di weşana zindî de dibêje ew ê bên qetilkirin û yên mayî bila bi wan re serbilind bin. Li dijî mirin û kuştinê derdikevin. Dibêjin, 'Wê me bikujin, lê wê ti carî nikaribin me teslîm bigirin'. Ev sekin sekna 'Ya azadî ya jî mirin e'. Bi vê seknê re peyama 'Eger jiyanek wê hebe, ew jî divê azad bbe' ji cîhanê re hatiye dayîn."

'XWERÊVEBERÎ XÎTABÎ RUHÊ JINAN DIKE'

Endama Kordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk anî ziman, ku ji destpêka vê pêvajoyê, ji destpêka vê bexwedanê ve herî zêde jin xwedî lê derketine û got, "Ji ber ku haya jinan ji rewşê heye. Jin ruhê demokratîk û azad baş nas dikin. Jin dizanin; rêveberiyeke xweser a demokratîk wê hîn bêhtir demokratîk û azadîparêz be û ji vê bawer dikin. Ev çareserî xîtabî ruhê jinan dike. Dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Dixwaze vîna xw bi xwe destnîşan bike. Ev yek hem daxwazên gelê Kurd e, hem jî çareseriyeke azadîparêz a daxwaza jiyana azad a jinan e. Wekî din, berdêla herî giran a şer û şîdetê ji aliyê jinê ve tê dayîn. Ji ber ku jiyanên jin hewl didin bidin jiyîn, tên kuştin."

'XWESERÎ DI KOKA KURDAN DE YE'

Stêrk ragihand, ku pêngava xwerêveberiyê pêngava avakirina sîstema civakî ya polîtîk e û destnîşan kir, ku xwerêveberî, demokrasiya xwecihî yan jî xweserî weke çandekê di genê civakî yê Kurdan de ye. 

Stêrk ev tespît kir: "Her çend baş nehatibe pênasekirin, biçûk hatibe dîtin, kevneperest hatibe dîtin jî, di dîroka Kurdan de xwerêveberî, demokrasiya xwecihî û sîstema jiyana xweser, beriya mêtîngeriya TC her hebû. Girîng e gelê me vê dîroka xwe ya xwe dispêre xwerêveberî, xweparastin û aboriya xwe, li gorî şert û mercên roja îro ji nû ve sererast bike. Hin aliyên xwe yên paşdemayî ji nav bineqîne û sîstema xwe ya civakî ji nû ve li ser vê bingehê ava bike. Ev yek beriya her tiştî karê jinên Kurd e. Di çarçoveya rola xwe ya pêşengiya civakî de, pêwîste jin çand û xwezaya xwe li gorî pêwîstiyên xwe veguherîne û ji nû ve ava bike. Ji bo vê jî girîng e rêxistinbûyî be. Jinên ku pişta xwe naspêre dewlet û desthilatdariya mêr, wê hêza xwe ji rêxistinbûyîna xwe, ji vîna xwe ya rêxistinbûyî werbigire. Ji bo vê jî divê rola jinan a di dîroka civakî de baş were dîtin. Ev rol niha derketiye pêşiya me. Weke jin em ê di her astê de bi vê rola xwe ya civaka demokratîk rabin. Divê em zanibin, ji bilî vê ti çareyeke me nîne."

'DIVÊ DESTKETIYÊN LI ROJAVA MAYÎNDE BIBIN'

Der barê sîstema demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê de Stêrk got, "Ji Rojava rojeke nû ji bo cîhanê hiltê. Ev roj roja neteweyên demokratîk e. Bi pêşengiya jinê re, ev ronahî civaka demokratîk li derdorê belav dike."

Endama Kordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk da xuyakirin, ku divê Rojava beriya her tiştî xaka xwe ji belayê DAIŞ'ê paqij bike, seranserê sînorê xwe biparêze, ewle bike û got, "Destketiyên xwe jî dikare bi vî rengî mayînde bike. Bi pêkhatina projeya Sûriyeya Demokratîk re wê destketiyên li Rojava jî mayînde bibin. Lewma divê her du pêşketin di zikhev de bimeşin. Yek jê bandorê li yê din jî dike. Desteketiyeke din a divê mayînde bibe, destketiyên jinê ne. Pêşketinên li qada jinê rû dane, îlhamê didin tevahiya cîhanê. Baweriya jinê ya bi xwe, zêde dike. Girîng e ev mayînde bibe."

'RÊXISTINBÛYÎNA JINAN A LI ROJHILAT MEZIN DIBE'

Stêrk diyar kir, di roja îro de jinên Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat xwe bi rêxistin kirine û bal kişand ser rewşa li Rojhilatê Kurdistanê: "Li Rojhilatê Kurdistanê di dema dawî de asteke girîng a rêxistinbûyînê derket holê. Li hemberî rejîma Îranê ya ku azadiyan asteng dike û jinê tine dihesibîne, tevgereke mezin a dijderketinê heye. Yên herî zêde ji rejîmê nerazî ne jî jin in. Yên ku lêgerîna li nava jinan bi rêxistin kirine, jin in."

Stêrk da zanîn, ku di têkoşîna neteweya demokratîk û têkoşîna azadiya jinê de pêwîste jinên li Rojhilatê Kurdistanê hîn bêhtir aktîf bibin û ragihand, ev yek bi aktîfkirin û mezinkirina rêxistinbûyînê, bi xurtkirina çalakiyan dibe.

'DESTHILATDARÎ NAYÊ WATEYA AZADBÛNÊ'

Têkildarî rewşa li Başûrê Kurdistanê Stêrk bibîr xist, ku ev demeke li ser navê Kurdan li Başûrê Kurdisatanê desthilatdariyek heye û got, "Divê mirov li rêbaza navendîparêz-dewletparêz a rêeberiya Herêma Başûrê Kurdistanê binêrin û bibînin bê çareseriyên dewletparêzî, çareserî nîne. Desthilatdarî nayê wateya azadbûnê. Kurdan di vî warî de berê gelekî xwe xapandin. Ev şaşîtiya li Başûrê Kurdistanê hînê ji holê ranebûye. Ev şaşîtî dibe sedem ku di nava gelê Başûr de xisareke mezintir rû bide. Ji xwe krîza heyî ya li parçeyê Başûr, ji ber vê yekê ye. Pêwîste gelê me yê li vê derê, sedema krîzên ku hikûmeta herêmî a dewletparêz tîne serê wan, baş fêm bike. Krîza heyî civakî ye, rêveberî ye, aborî ye û ya herî girîng jî zîhnî ye." Stêrk da xuyakirin, ku ji bo diyarkirin û çareserkirina pirsgirêkên li vê derê, komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd, girîng e.

'AZADIYA RÊBERÊ ME AZADIYA ME YE'

Stêrk der barê çalakiyên 8'ê Adarê yên îsal de got: "Şiyara me ya vê salê ji bo 8'ê Adarê bi vî rengî ye; 'Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li qadên çalakiyan e'. Di ser mercên esaretê yên li hemberî Rêberê me 17 sal derbas bûn. Ev 17 sal in tevî Rêberê me jin di nava esaretê de ne. Ji ber ku em weke jinên Kurd azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibînin. Li Kurdistanê azadiya jinê û azadiya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne."

Endama Kordînasyona PAJK'ê Stêrk diyar kir, ku ew sala 20016'an weke sala berxwedana topyekûn a li dijî êrîşên faşîst ên topyekûn dibînin û bang li hemû jinan dikin ku li dora van armancan bigihêjin hev û li ber xwe bidin.