Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) ya ESP’ê k udu sal berê bi şîara ‘Em bi hişmendiya zayendê, bi şoreşa jinê azad dibin, ber bi navenda siyasetê dimeşin’ hat avakirin û SKM duyemîn kongreya xwe di 2’ê kanûnê de pêk tîne.
Yekemîn kongreya SKM’ê bi şîara ‘Kongreya rêxistinbûn azadbûn’ di sala 2010’an de pêk hat. Ji bo ya duyemîn jî dirûşemeya ‘Bi îradeya jinê azadbûn’ hat diyarkirin.
Berdevka giştî ya SKM’ê Bîrsen Kaya der barê mijarê de axivî û diyar kir ku bingeheke girîng ya vê kongreya me ev eku jin ji bo pêşerojê bibin xwedî gotin û biryar.
Ligel axaftinên Seroka Giştî ya ESP’ê Fîgen Yuksekdag û berdevka giştî ya SKM’ê Bîrsen Kaya dê axaftinên mîvanan jî di kongreyê de hebin. Her wiha bi pêşkêşkirina rapora faliyetê ya jinan a SKM dê faliyetên du salan bên nîqaşkirin û nirxandin.
Bi pêşniyarên ku bê kirin de dê perspektîf û planên ji bo pêşerojê bên avakirin û di bernameya kongreyê de dê muzîk û sînezyon hebe.
Kongre di 2’ê kanûnê de roja yekşêmê li Altunizade li Salona Sendîkaya Petrol-îşê saet di 10.00’an de pêk were.