SKB: Bi milyonan jin wê li hemberî biryara li dijî îradeya xwe bêdeng nemînin

SKB'ê vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kir û got, "Têkoşîna jinê, hêza jinê kir ku Tirkiye mohra xwe biavêje binê vê peymanê. Bi milyonan jin wê li pêşberî vê biryara li dijî îradeya jinê bêdeng nemîne."

Di daxuyaniya Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) de wiha hate gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP a faşîst Îslamî, şevekê bi biryara Serokkomarê ragihand ku Peymana Stenbolê betal kiriye.

Peymana ku di encama têkoşîna mezin a jinan û rêxistinên jinan de 11'ê Gulana 2011'an hate îmzekirin, şeva 20'ê Adara 2021'ê bi biryara bi hejmara 3718'an bi îmzeya dîktator Erdogan hate betalkirin. Bi binpêkirina qanûnên xwe yên bûrjûva, xwe ji peymanê vekişandin.

Me careke din şahidî ji kiryarên dijminatiya li jinan ên bloka faşîst a AKP-MHP'ê re kir. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku Peyman Stenbolê ne peymaneke welê ye ku îmzeyek tenê têra têkbirina wê bike. Çawa ku ji nişka ve nehate îmzekirin, betalkirina wê nîvê şevê jî nayê qebûlkirin. Têkoşîna jinê, hêza jinê kir ku Tirkiye mohra xwe biavêje binê vê peymanê. Bi milyonan jin wê li pêşberî vê biryara li dijî îradeya jinê bêdeng nemîne.

Di rewşeke welê de ku jin her roj têne qetilkirin, her roj destdirêjî li jinan dibe, betalkirina Peymana Stenbolê teqez nayê qebûlkirin. Em; rêxistinên jinan bi salane têdikoşin ji bo Peymana Stenbolê bi xurtî bi cih bê anîn.

Ji ber ku ev nayê kirin bi hezaran jin hatin kuştin, jiyan li milyonan jinî hate herimandin. Ji bo jinan her der bûye qada sûc, qada tundiyê. Berpirsyarê vê jî dîktatoriya faşîst a baviksalar e, desthilatdariya Erdogan a faşîst e.

Li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê, em bang li jinên koçber, pêşverû û şoreşger ên li Ewropayê dikin ku dakevin qadan û nîşan bidin ku biryarê nas nakin."