Siyasetmedarên Swîsreyî piştgirî dan Kişanak

Siyasetmedarên Swîsreyî ji bo Hevşaredara Amedê ya dîlgirtî Gultan Kişanak peyameke piştevaniyê weşandin.

Siyasetmedarên Swîsreyî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ji bo Hevşaredara dîlgirtî ya Amedê Gultan Kişanak peyama piştgiriyê weşandin.

Parlamenterên Swîsreyî yên ji Pira Biratiyê ya Zurîch-Amedê ji bo piştgiriyê bidin Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak a 4 sal in dîlgirtî ye, peyamek bi dîmen weşandin.

Di dîmenê piştevaniyê de Seroka Hikumeta Kantona Zurîchê Corîne Maûch, Wezîra ji Ewlekariyê Berpirsyar a Hikumeta Kantona Zurîchê Karîn Rykart, Parlamentera Partiya Keskan a Zurîchê Katharîna Prelîcz-Hûber, Parlamentera Zurîchê ya Partiya Sosyal Demokrat Celîne Wîdmer û Hevsekretera Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat Rebekka Wyler peyam dan.