Siyasetmedarên jin ên girtî: Em zanin bê êriş ji ku hatiye

Siyasetmedarên jin ên ku ji ber 'Doza Dobanê' ya dijî HDP'ê dîl hatine girtin, êrişa li ser Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin û gotin, "Em zanin bê êriş ji ku hatiye."

Siyasetmedarên jin ên ku di 'Doza Kûmpasê ya Kobanê' de dîl hatine girtin, têkildarî êrişa li ser Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz daxuyaniyek bi rêya parêzerên xwe dan.

Bi navê jinên dîlgirtî Sebahat Tûncel ev peyam da:

"Bi navê jinên ku di dosya HDP'ê de têne darizandin, em vê êrişa li dijî partiya me lanet dikin. Hevrêya xwe Denîz Poyraz bi rêzdarî bi bîr tînin. Sersaxiyê ji malbata wê, partiya me û dostan re dixwazin. Em zanin ku ev êrişên li dijî partiya me, li dijî gel û jinên Kurd ji ku têne kirin.

Nûnerên bloka faşîst, olperest, zayendîperest, neteweperest, tekperest ên ku hewl didin bi şerê nava gelan desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle û welêt bixe nava tarîtiyê, bingeh ji vê êrişê re amade kirine. Rabûna li ber van êrişan tê wateya israra ji bo biratiya gelan, aştî, demokrasî û azadiyê. Li dijî vê zîhniyeta faşîst ku dixwaze Tirkiyeyê ber bi zinar ve dehf bide, di serî de jin em bang li hêzên demokrasî û azadiyê dikin ku helwestê nîşan bidin. Jin, jiyan, azadî."