Şervanên YPJ'ê: Rojbûna Rêber Apo rojbûna jinên Kurd e
Şervana YPJ'ê Newroz Zagros got, "Rojbûna Rêber Apo rê li ber têkçûna dewlet û desthilatdariyên mêtînger, asîmîlasyonkar, înkar û tinekirinê anî."
Şervana YPJ'ê Newroz Zagros got, "Rojbûna Rêber Apo rê li ber têkçûna dewlet û desthilatdariyên mêtînger, asîmîlasyonkar, înkar û tinekirinê anî."
Şervana YPJ'ê Newroz Zagros got, "Rojbûna Rêber Apo rê li ber têkçûna dewlet û desthilatdariyên mêtînger, asîmîlasyonkar, înkar û tinekirinê anî." Şervana YPJ'ê Arjîn Rûken jî got, "Bi rojbûna Rêber Apo re qîrîna jiyana azad li tevahiya Kurdistan û cîhanê deng veda, tarîtiya li ser gelan çirand."
Şervanên YPJ'ê Newroz Zagros û Arjîn Rûken, 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa m re nirxand.
'ROJBÛNA RÊBER APO ROJBÛN Û VEJÎNA GELÊ KURD E'
Şervana YPJ'ê Newroz Zagros 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê Kurd ê berxwedêr û tevahiya gelên bindest pîroz kir. Zagros destnîşan kir ku rojbûna Ocalan bi taybetî ji bo jinên şervan gelekî watedar û pîroz e.
Zagros got, "Dibe ku gelê Kurd îro bi temamî azad nebûbe, lê belê bi têkoşîn û xeta berxwedanê ya Rêber Apo re îro gelê Kurd gihaştiye asta têkoşerî û bidestxistina destketiyan. Yek ji van destketiyan Rojava ye, Şengal e." Newroz Zagros da xuyakirin, ku Kurd êdî ew Kurdê berê nîne û destnîşan kir, Kurd li dora felsefeya Rêberê xwe li hev civiyane û li ser vê bingehê têdikoşin.
Şervana YPJ'ê Newroz Zagros ragihand, rojbûna Ocalan tê wateya vejînê û got, "Rojbûna Rêber Apo rê li ber têkçûna dewlet û desthilatdariyên mêtînger, asîmîlasyonkar, înkar û tinekirinê anî."
Zagros bal kişand ser dilsoziya xurt a jinên Kurd bi Ocalan re û got, "Em dixwazin dawî li esareta Rêber Apo bînin, dîwarên hemû zîndanan parçe bikin û sala 2016'an bikin sala azadiya Rêber Apo."
'BI ROJBÛNA RÊBER APO RE TARÎTIYA LI SER GELAN HATIYE ÇIRANDIN'
Şervana YPJ'ê Arjîn Rûken jî roj li têkoşerên azadiyê, tevahiya mirovahiyê û li jinan pîroz kir. Rûken got, "Bi rojbûna Rêber Apo re qîrîna jiyana azad li gelemperiya Kurdistanê û cîhanê deng veda, tarîtiya li ser gelan hat çirandin."
Rûken diyar kir, rojbûna Ocalan tê wateya ji nû ve rojbûna jinên Kurd û cîhanê û got, "Jinên Kurd bi pêşengî û felsefeya Rêber Apo e li her cihî her li pêş e, pêşengiyê dike."
Şervana YPJ'ê Arjîn Rûken da zanîn, bi saya felsefeya Ocalan jinên Kurd îro bûne xwedî nasname û destnîşan kir, ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.
Arjîn Rûken da xuyakirin, divê hemû parêzvanên azadiyê xwedî li Ocalan derkevin û ragihand, pêwîste ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina zîndana Îmraliyê, çalakiyên xurt bên lidarxistin.
Şervana YPJ'ê got, "Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li mirovahiyê ye. Pêwîste her kes bi taybetî jin di vê mijarê de têbikoşin û sîstema azadiyê biparêzin.
Herî dawî weke şervanên YPJ'ê em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e. Divê her kes li ser vê bingehê têkoşîna xwe mezin bike."