Şervanên YPJ’ê di çapemeniya Rûs de ne

Malpera Rûsyê Lenta.ru, nûçeya galeriya wêneyan ku mijara wê perwerdeya şervanên Yekîneyên Parastina Jinan a Rojava (YPJ) ye weşand.

Malpera Rûsyê Lenta.ru, nûçeya galeriya wêneyan ku mijara wê perwerdeya şervanên Yekîneyên Parastina Jinan a Rojava (YPJ) ye weşand.  Nûçeya bi îmzeya wênekêşa jin a Îranî, Niyuşa Takavulyan bi sernavê ‘Ji bo wekhevî û neteweyê’ hat weşandin, cih dide rojek perwerdeyê ya şervanên nû ya li akademiyan tê dayîn. Di nûçeyê de wiha tê gotin: “Şervanên temenê wan di navbera 19-25’an de diguhere, yekane artêşbûna jinan a Sûriyeyê YPJ ye. Armanca wan parastina netewe û afirandina wekheviyê ye.”

Di nûçeyê de şervanên YPJ’ê wiha diaxivin:

Sozdar: Piştî beşdarî YPJ’ê bûm, min dît ku jinên Kurd dikarin çi bikin. Dijmin ji bo me tine bike, her tişt kir, lê bi ser neket. Her tiştê aîdî gelê me, me ji wan girt û hîna jî em digirin. Ez niha şervana YPJ’ê me, ez ne tenê xwe, hemû malbat û gelê xwe diparêzim.

Faraşîn Mehrîva: Em ji bo azadiya hemû jinên cîhanê şer dikin. DAIŞ û yên wek wê, beriya her tiştî dijminê jinan e. Dixwazim me tine bikin. Heta YPJ hebe em destûrê nadin vê.

Rokan Rojînda: Ez du caran birîndar bûm. Di birîndarbûna min ya dawî de min DAIŞ’iyek ji nêz ve dît. Ruyê wî dirêj bû, lingê wî tazî bû. Li ser eniya wî ‘Allahu Ekber’ dinivîsî.  Çavên wî bi nefret mêze dikir. Bi alîkariya sê hevalên min, me ew kuşt. DAIŞ dijminê jinê ye. Divê dijminê jinê nejîn.

Sarya Zîlan: Her kes ji me dipirse ‘jin çima di şer de ne?’. Yek bersivek vê heye. DAIŞ dixwaze gelê me tine bike û hedefa wan ya destpêkê jin in. Em teqez destûrê nadin vê!

Torîn Kayregî: Ji bo wateya jiyanê bibînim beşdarî YPJ’ê bûm.  Em li cîhanek ku mêr bi rê ve dibe de dijîn. Dema ez diçim şer, ez bê edaletiya li dijî jinê difikirim. Ez ji emanetê ku hevalên min ên şehîd dane, hêzê digirim û şer dikim.

Zîlan Orkeş: Ez li refên YPJ’ê azad im. Ez ji bo mafê hemû jinan û gelê xwe li vir im.

Di dawiya nûçeyê de wiha hat gotin: “Jinên li Rojava biryar dane ku li dijî DAIŞ’ê yekineyên parastina çekdarî ava bikin. Ev fikr jî di demeke kurt de ji aliyê hezaran jinên ciwan ve ketiye meriyetê.”

...