Serokkomarê Iraqê êrîşa Tirkiye şermezar kir

Berdevkê Fermî yê Serokkomariya Iraqê daxuyaniyek da û êrîşa SÎHA’yên dewleta Tirkiye ku îro li herêma Kêlaşîn a ku 2 fermandarên Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê hatin kuştin, şermezar kir.

Berdevkê Fermî yê Serokkomariya Iraqê daxuyaniyek da û êrîşa Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ên dewleta Tirkiye ku îro li herêma Kêlaşîn a Herêma Bradost  a bajarokê Sîdekan ku Fermandarê Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî û Fermandar Tugaya 2'an Mihemed Reşîd hatin kuştin, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ew êrîşa balafirên şer ên Tirk a li ser xaka Iraqê, ji bo hêzên Iraqê êrîşekî metirsîdar e. Daxwaz dikin ku hemû êrîşên ku rê li ber nearamî û nakokiyên di navbera herdu welatan de vedike bi dawî bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî rêyên diyalogê bên esasgirtin.”