Serkeftina jineke girtî ya hilbijartî

Serkeftina jineke girtî ya hilbijartî

Bi nêzikbûna Roja Têkoşîna li hemberî tundiya li her jinê, yek ji mexdurên tundiya dewletê ya şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê Çaglar Demîrel ku niha di girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de ye, li navçeya ku xizmet dikir serkeftinên mezin bidest xist.

Bi nêzîkatiya 25’ê mijardarê re, gelek jin rastî tundiya zihniyeta mêr tên û her wiha di nav de gelek jinên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin jî cih digirin.

Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel ku di bin navê operasyona KCK’ê de de rastî tundiya dewletê hat di 4’ê cotmeha 2011’an de hat girtin. Demîrel niha di girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de ye. di hilbijartinên 2009’an de ji sedî 80 dng girt û ji bo şaredariya Dêrikê hat hilbijartin. Demîrel bi xizmeta ku li navçeyê kir bû mînak û hawira naçveyên guhert.

Navçeya ku di sala 1926’an de gihişt statuya şaredartiyê ligel ku di navberê de 90 sal borî jî tu tiştek ji bo navçeyê nehat kirin û welatî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bûn. Piştî ku tevgera Azadiya Kurd ji bo jinan riya siyasetê vekir şûn ve jinan dest bi siyasetê kir û yek ji van jinan jî Çagral Demîrel bû. Demîrel bi performansa xebata xwe gelek xizmetên serkeftî pêk anîn. Di qada plana îmarê, binesazî, çêkirina hawirdorê, pirsgirêka ave, vekirina malên piştigiriya perwedê û jinan din ava 2 salan de serkeftinên mezin bidestxistin. Demîrel bi hinceta kut evli daxuyanî û civînan bûye di 4’ê cotmehê de hat girtin.

XEBATÊN KU DEMÎREL PÊK ANÎ

Di bin bana şaredariyê de kamyoneke çopê û pîkabet kirî. Plana îmarê ya navçeyê sererast kir. binesaziya 40 salî ya navçeyê guhert. Xeta avê ya nû ya 30 km û xeta kanalîzasyonê guhert. Şebekeya avê ji nûve saz kir. hemû kolan û cadeyên navçeyê bikevirên parke hatin çêkirin. Mala piştgiriya perwerdehiyê ji bo xizmetê vekir. Mala Çandê ya Qedîrcan û Mala Jinan Peljîn ava kir. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Nasandina Zeytunên Dêrêk pek anî. Salona civîn û konferansê ya Reşîdê Kurdî vekir.